Elî Ewnî: Ne Bexda dixwaze ne jî niyeta wê heye deriyên sînorî yên Kurdistanê kontrol bike

Elî Ewnî: Ne Bexda dixwaze ne jî niyeta wê heye deriyên sînorî yên Kurdistanê kontrol bike

.

A+A-

Endamekî serkirdetiya PDKê dibêje, ti kesek nikare bi darê zorê deriyên sînorî yên Kurdistanê kontrol bike, tenê dikarin wan sînoran bigirin ku qaçaxçîtî tê de tê kirin.

Îro beşek ji medyaya Silêmaniyê û ew dest û taxima ku li pişt qaçaxçîtiya deriyên sînorî yên wê deverê ne, nûçeyeka rojnameya Sebah ya Iraqê, ku rojnameyeka fermî ye, belav kirine û dane zanîn, qaşo Bexda dixwaze dest dayne ser deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê.

Li ser vê mijarê, endamê serkirdetiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re got, ne hikûmeta Iraqê dixwaze hêz bişîne ser Kurdistanê ne jî niyeteka wan ya wisa heye. Dibe hinek kom û milîsên ji rê û qanûnê derketî û girêdayî welatên dagîrker, vê xewnê bibînin.

Elî Ewnî her wiha got, ji xwe hikûmeta ku aqilane reftar bike û li dû berjewendiyên xwe, hizra tiştekî wisa nake. Ji ber ku beriya wan hikûmetên din xwe ceribandin, hemû jî ketin nav zibildanka dîrokê. Divê bizanin mesela kurd bi xwe givkirin û hêrsbûnê çareser nabe. Yên ku behsa tiştên wisa dikin, naxwazin Iraq aram û asûde be.

Wî endamê serkirdetiya PDKê da xuyakirin jî, Herêma Kurdistanê xwedan statûyeka Destûrî û qanûnî ye û xwedanê wê heye. Eger hikûmeta Kurdistanê li xwe piştrast nebûya bang li NY nedikir çavdêriya danûstanên Hewlêr û Bexdayê bike.

Elî Ewnî li ser herêmkirina Silêmaniyê û teslîmkirina wê parzêgehê bi Bexdayê jî got, bila hewl nedin wê teqê biceribînin ji ber ku mîna Kerkûkê li ber çavan e. Kerkûkê teslîmî Bexdayê kirin. Jiyana Kerkûkiyan roj bi roj kambaxtir dibe.

Elî Ewnî li ser girtina deriyên sînorî jî got, deriyên sînorî yên Hacî Omeran û Îbrahîm Xelîl li gorî qanûnên Iraqê kar dikin û di bin çavdêriya hikûmeta Iraqê de ne, ti pirsgirêk jî nîne. Loma kes nikare wan deriyan bi darê zorê zeft bike. Hinek hene naxwazin gumrika tiştan bidin, diçin ji sînorên Başmax, Perwîzxan û Besra re bi qaçaxî derbas dibin. Eger bixwazin deriyên sînorî jî bigirin, dê wan deriyên ku qaçaçîtî tê de tê kirin, bigirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin