Efrîn di bin dagîrkeriyê de (204)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (204)

.

A+A-

Artêşa Niştîmanî Sûrî” navekî mezin û vekşok e li govdeyekî çirûk ji komserhevkirina milîseyine nandoz en bi ser Turkiyê ve ye, û sîwaneke siyasî “Kiwalisyûn” e wê ye bêvîn, biryar û ji Anqerê re dîlkirî heye; Herweha li ser dahatî, tiştên dizînê û çarçewên bandoriyê -dûrî nizimtirîn rêzgirtin ji mafên mirovan re- di nav wan nakokî û pevçûn çêdibin, û di herêmên ku tê de belav dibin de, bilindtirîn radeyên tevlihevî û serberdayetiyê serwerkirî ne.

Ev jî hin binpêkirin û tewanên têvel in:

= G. “Kurzêlê”:

Bi navenda Bajarê Efrînê ve girêdayî ye, li aliyê Başûr Rojhilat bi /5/K.M jê dûr e, ji dora /700/ malî pêkhatî ye, dora /3500/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, li dema dijberiya li ser herêmê tev penaber bûn, jê dora /600 malbat = 2800 nişte/ vegerîn û yên din zorane hatin koçberkirin, û dora /80 malbat = 500 nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.

“Maleke ziyangihîştiyê li G.”Kurzêlê”.”

Di dema şer de gund tewşankî hate bombebarankirin, û di encamê de ziyan bi piçekî gihîşte malina, jê mala “Memûd Henan Hecî” bi rengekî zêdetir ji ber armancbûna wê bi mûşeyekê, û di pevçûnê ku li vê dawiyê di nav Milîseyên “Hey’it Tehrîr El’şam – El’nesra berê” û “El’cebhe El’şamiyê” çêbûne de, avêjtekek li Mala “Ehmed Zekî” ket û di encamê de baneke wê hilweşî.

Li destpêkê Milîseyên “Herekit Ehrar El’şam” gund desteser kirin, û paşê jî yên “El’cebhe El’şamiyê” yên ku malên “Elî Ibrahîm Ebdo, Mistefa Ibrahîm Ebdo, Mistefa Hemûd Cimo” -yên zorane koçberbûyî- ji xwe re kirine biryargehên leşkerî.

Û wan piştî basmîşkirina gund hin tişmiştên malan dizîn, mîna xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê û alav û amûrên elektirîkê û tiştine din dizîn, û herweha /3/ makîne yên “Mihemed Salêh Henan – piştî dandiina vêrgî û lêçûnan ew vegerand, Xelîl Cum’e Kalo, Henan Ewaşê”, tirektora çandiniyê a “Mehmûd Henan Hacî”, û amûr, kebil û stûnên toreya telîfûna zemînî.

Û wan li ser sînorê gund dest danîn ser “sarokgeheke keskahiyê” û yeke din jî bi ortaqî yên zaroyên “Ehmed Ne’iso” ji xelkê Gundê “Turindê” yê hevcîwar, û zevî û erdên çandiniyê yên hemwelatiyên koçberbûyî.

Û ew 50% vêrgî li ser berhemên malmewalên ên ne li gund û hin ji ber xwe ve danîne da ku milkên wan ji ber ve hilînin dînin ferz dikin, û weha jî /10-20/% jî li ser berhema werzên (mûsim) yên li gund mane ji zeytûn û meywan; Bi ser de jî ji bo êzingkirinê, qutkirina bêwijdan û hovane ji dehan darên zeytûnê û meywan re.

Û xelkê ku li gund mane rastî cûrbecûr binpêkirin û tewanan hatin, mîna kuştin, revandin û girtinên bêsûcane, îşkencekirin, rûmetdaxistin û peresitandin û hine din; Bidehan ji wan û bi demên têvel hatin revandin û girtin, digel ferzkirina baceyên diravî û vêrgiyine mezin ji bo berdana wan, û ta niha çarenûsa Hemwelatî “Esmet Xelîl Kalo /40/ sal” -yê ku ji Avrêla 2018an ve zorane girtî û veşartî- nediyar e.

Û ta niha Hemwelatî “Hesen Mehmûd Osman ê ku li destpêka Gulana îsal piştî vegera wî ji Heleb” û (“Hisên Ebûd Qicê /36/ sal, Şervan Mistefa Kalo /25/ sal, Reşîd Mihemed Ebdo /29/ sal” yên ku li 17.5.2022an Z hatine girtin) bi tuhmetên çêkirî û derew zorane bendkirî ne.

Û bi sedema dagîrkeriyê van hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan:

“Pakrewan û qurbanî “Berxwedan Ebid El’fetah Seydo, Nîhad Hemo Hemîd, Hisên Mehmûd Ebdo, Mistefa Hemûd Ce’ifo, Ebid El’rehman Îbiş Beko, Zarok Yûsêf Ibrahîm Osman, Ebid El’rehman Xelîl Umer, Yasêr Xelîl Umer, Yihye Elî Hemkero”.”

 “Berxwedan Ebid El’fetah Seydo“, li 16.12.2018an. Z, di encama bûyereke teqîner ji makînak van re, di hundir Bazara Keskahiyê de li Bajarê Efrînê.

 “Nîhad Hemo Hemîd /16/ sal”, li 10.7.2019an. Z, di encama teqîna bombeyeke zemînî de, li zeviyeke li rex riya ku “Kurzêlê” dighîne Bajaroka “Basûtê”.

 “Hisên Mehmûd Ebdo” û “Mistefa Hemo Ce’ifo /51/ sal”, li 28.4.2020an.Z, di bûyereke teqîner e mezin de, li pêş Bazara Gelêrî, li ser Kolana Reco li B.Efrînê.

 “Ebid El’rehman Îbiş Beko /38/ sal”, li 7.7.2020an.Z, ji ber gelek nexweşiyên ku bi sedema girtin û îşkencekirina bêtirî carekê li ser destê Milîseyên “Firqit El’hemzat” vê re çêbûne .

 “Yûsêf Ibrahîm Osman /3/ sal”, li 19.9.2020an.Z, li Kolana Vêlat – Efrînê, piştî ku qurşîneke tewşankî ye ku çekdarekî avêtî lêket.

 Herdu bira “Ebid El’rehman /30/ sal” û “Yasêr /18/ sal” kurên “Xelîl Umer“, li 20.10.220an.Z, di encama pêlêkirina matora wan a dutekerî ji aliyê aleteke leşkerî ye Turkî ve.

 “Yehye Elî Hemkero /55/ sal”, li 21.4.2021an.Z, bi sekna dil, piştî ku di encama fişar û danûstandinên hişk ku rastê hatiye de, li dema girtina wî ya rojekê li 18.4.2021an.Z ji aliyê Milîseyên “Ehrar El’şam” ve, bi sedema neradestkirina wî ji mala dayika wî -ya ku berî wê dîrokê bi heyvekê mirî- re, û rûnişkandina malbateke ji xelkê gund tê de.

Û herweha jî di karnava şerê bi ser herêmê de, ji xelkê gund ev kes di nav Hêzên Asayêşê (Ewlekariya Hundirîn) de pakrewan bûn: “Idrîs Nûrî Osman, Riyad Mehmûd Ebdo, Ibrahîm Reşîd Ebdo, Roşan Ebid El’rehîm Eswed, Dijwar Ibrahîm Şamyo, Rûxwaş Kemal Wezîro, Rûken Umer Osman“.

Û di çarçewa tevgera olî ya tundrew ya çalak de li herêmê, Peymangeha “El’fetih El’mûbîn” ji bo lezberkirina “Qur’anê” û dandina korsên olî, ji aliyê “Kombûna Xortên Turkmanên Sûriyê ve, Tecemu’i Şebab Turkman Sûriye” û bi serpereştiya “Sekna Diyant a Turkî – Weqfa Diyant a Turkî” hate vekirin.

= Makînak “erebek” Turkiyê sivîlekî dikuje:

“Makînak leşkerî ye Turkî pêle Hemwelatî “Reşîd Sibhî Mehmûd” dike, li Bajaroka Reco, 20.6.2022an Z.”

Li Roja Duşemê li ser Nîvro 20.6.2022an Z, li ser kolana giştî li orta Bajaroka Reco, makînek leşkerî ye Turkî pêle Hemwelatî “Reşîd Sibhî Mehmûd/malbata Mihik – 1977 .Z, ji xelkê bajarokê û bavê pênc zaroyan” kir û di cî de kuşt, ji ber lezbûna makînê ya zêde di oza xirebalixiyê de, bê pûtpêdan ji jiyana yên derbas dibin û sivîlan re, û lawê wî yê vê re bi rengekî şêtûmêt ji bûyerê rizgar bû; Divê were zanîn jî ku makîne û aletên leşkerî û taybet bi çekdar û serkêşên milîseyan li nav kolan, rê, gund, bajarok û bajaran pir derin û tên, û aletên Turkiyê bi lez dimeşin û metirsiyê li ser derbasbûyan û aletên din çêdikin,…Em pirs dikin ka destlatên dagîrkeriyê dikarin pêngavine zagonî yen dadmend û pîvayî di dermafê wê bûyerê de bavêjin?!

“Vêguneh “Reşîd Sibhî Mehmûd”.”

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:

 Ji dora heyvekê ve, Hemwelatî “Hemo Hemîd Eşê /42/ sal” ji xelkê G. “Kurzêlê” – Şêrewa, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeta hewandin û çandina bombeyên zemînî, û birin Hepsa “Maratê”, ew li dû palrewanbûna zaroyê wî “Nîhad /16/ sal”, li 10.7.2019an . Z, di encama teqîna bombeyeke zemînî de, li nav zeviyeke li ser riya ku Gundê “Kurzêlê” dighîne Bajaroka “Basûtê”.

 Li 13.6.2022an. Z, Hemwelatî “Şukrî Elî Osman /56/ sal – keyayê gund, herdu bira (Mihyedîn /58/ sal û Şêxmûs /48/ sal kurên Reşîd Hiso/malbata Miqdad)” ji xelkê Gundê “Qerebaba” – Navça Reco, piştî sê rojan ji vegera herdiwên dawiyê ji ciyê penaberiyê bo cîwarên xwe, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û keya (mixtar) jî bi tuhmeta hevojtina wî ji herdu biran re û alîkariya wan li ser vegerê, û piştî du rojan ji bendkirinê hate berdan, û ta niha herdu bira bêsûcane bendkirî ne.

= Bêserûberî û serberdayetî:

 Li şeva 18.6.2022an. Z, piştî ku Milîseyên “Hey’it Tehrîr El’şam” bi hevaltiya “Tevgera (Herekit) Ehrar El’şam” gundên “Basûfanê, Bihihiyê û Kibêşînê” û hin din li Başûrê Çiyayê Lêlûn desteser kirin, berê xwe dan Derbasgeha Xezîwiyê da ku wê û gundên “Xezîwiyê, Bircebdalo, Basûtê û Endarê” jî desteser bikin, û li roja din bi Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” re (yên di G. “Kurzêlê” de – Başûrê Bajarê Efrînê bi /5/K.M cî girtine), bi çekên sivik û orte ketin pevçûnan, û bê  pevçûn an rêgir ji milîseyên din ve, yên mîna “Feyleq El’şam û Firqit El’hemzat” ên li wan gundan hene.

Û di heman şevê de jî, ji aliyeke din ve – Derbasgeha Dêrbelûtê bi aliyê Gundê “Tulsilorê” û Bajarê Cindirêsê ve, karwaneke din ji “Hey’it Tehrîr El’şam û Ehrar El’şam” ve derbas bû, ta gihîşte taximên B. Efrînê, bê rêgir an pevçûn ji milîseyên “Feyleq El’şam, Artêşa(Ceyş) El’şerqiyê, Ehrar El’şerqiyê, Firqit El’hemzat…” ên li wir hene.

Û ew jî piştî ku pevçûnin mekin li roja berî wê di navêna milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” û “Tevgera(Herekit) Ehrar El’şam – perçê Rojhilat” de li gundewarê Bajarê “Babê” derketin, û di encamê de, ji herdu aliyan bidehan çekdar kuştî û birîndar bûn.

Û ji ber wê li Efrînê destlinhevketin û nevehesiyek mekin û nelihevkirin di nav refên Milîseyên “Artêşa(El’ceyş) El’wetenî El’sûrî” de çêbû.

Û li dawiyê Istîxbaratên Turkiyê destêwerdan di nav herdu aliyên pevçûyî de kir û lihevkirinek li ser wan ferz kir, û di encamê de Hêzên “Hey’it Tehrîr El’şam” vekşî sînorên “Idlibê” digel mandina di hin gundên sînordar vê re, û levkirina bi “Feyleq El’şam” re – bazikê leşkerî ji Rêxistina Birayên Misilman re (Ixwan El’mislimîn).

Û ta niha aramî û hêminiyek hişyar di nav wan milîseyan de heye.

– Li 22.6.2022an Z, di nav anîndeyên ku li Gundê “Bozîkê” – Efrîn niştecîkirî de (ji Êla Mewalî) pevçûnin derketin holê, di encamê de jî birînên metirsîdar çêbûn, û ev bûyerên weha jî li gund herwext dubare dibin.

 

Weha hevrikî, nakokî, gendelî û tunebûna ewle û aramiyê li herêmên Erdoxan ên “bi’ewle” serwerkirî ne; Û bi ser wê de ew ji daxwaz û gefgurên xwe namîne, û ji bo dagîrkirina herêmine din li Bakurê Sûriyê pilanan datîne!?

26.06.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Maleke ziyangihîştiyê li G.”Kurzêlê”.

 Pakrewan û qurbanî “Berxwedan Ebid El’fetah Seydo, Nîhad Hemo Hemîd, Hisên Mehmûd Ebdo, Mistefa Hemûd Ce’ifo, Ebid El’rehman Îbiş Beko, Zarok Yûsêf Ibrahîm Osman, Ebid El’rehman Xelîl Umer, Yasêr Xelîl Umer, Yihye Elî Hemkero”.

 Makînak leşkerî ye Turkî pêle Hemwelatî “Reşîd Sibhî Mehmûd” dike, li Bajaroka Reco, 20.6.2022an Z.

 Vêguneh “Reşîd Sibhî Mehmûd”.

————————————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-204-26-06-2022– PDF

Malpera Fermî: www.yek-dem.net , Êmail: [email protected]

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (195)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (198)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (200)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (201)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (203)

Nûçeya berê û ya piştre