Efrîn.. Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve 5 kes revandin

Efrîn.. Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve 5 kes revandin

.

A+A-

Grûpên Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 kes ji Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî roja 17ê Gulanê bi ser gundê Kurzêlê de girt û 3 kes (Husên Ebûd Qîcê, Reşîd Mihemed Ebdo û Mihemûd Salij Remo) revandin.

Her wiha diyar kir jî, grûpa Polîsa Medenî roja 17ê Gulanê welatiyê bi navê Ferîd Arif Kosa ji gundê Gemrûkê yê ser bi navçeya Mabeta ve revand.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, grûpa Polîsa Leşkerî welatiyê bi navê Arif Elî Eşerf Jji gundê Sêwiya yê ser bi navçeya Raco ve revand.

Rêxistina Mafên Mirovan amaje bi wê yekê dike, piraniya kesên ku tên revandin, tometa ku berê pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû, arasteyî wan tên kirin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji Adara 2018an ve herêma Efrînê dagîr kirine û li gor çalakvanan, wan heta niha zêdetir ji 8 hezar welatiyên Kurd ên Efrînê revandine ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin