Efrîn.. Çekdaran 12 kes revandin di nava wan de zarok jî hene

Efrîn.. Çekdaran 12 kes revandin di nava wan de zarok jî hene

.

A+A-

Li hember berdana revandiyekî jî, çekdar daxwaza 50 hezar Dolar ji malbata wî dikin. 

 Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê di çend rojên borî de 12 kes ji Efîrnê û gundên wê revandine û di nava wan de 5 zarok hene. Li hember berdana revandiyekî jî, çekdar daxwaza 50 hezar Dolar ji malbata wî dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpeke çekdar ji roja 2 vê mehê ve xortê bi navê Azad Cemîl Nebo ji Efrînê revandine û wî bi awayekî hovene eşkence didin.

Wî jêderî da zanîn jî, ew grûpa çekdar pêwendiyê bi malbata Azad re dike û dibêjin, heger 50 hezar Dolar nedin, dê Azad di bin eşkenceyê de bikujin.

Rêxistina Mafên Moirovan diyar kir jî, grûpa bi navê Emşat roja 13ê vê mehê 5 zarok revandin li bajarokê Şiyê revandin ku yek ji nava wan kurd e û 4 jî erebên koçber in. Wê grûpê piştî rojekê 4 zarokên ereb berdan û zarokê kurd ku navê Izedîn Yûsif e, heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Wê rêxistinê ragihand jî, grûpa bi navê Polîsa leşkerî roja 12ê vê mehê welatiyê bi navê Beşar Henan Reşîd ji gundê Şêxhitko yê navçeya Mabeta revandiye û heta niha çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan di heman raportê de belav kir jî, çekdarên grûpa Cebhe El-Şamiyê roja di çend rojên borî de kalemêrê 67 salî Arif Osman Elo û welatiyê bi navê Amir Mihemed Henan ji gundê Husê yê ser bi navçeya Mabeta ve revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Herwiha wê rêxistinê diyar kir, grûpa Polîsa Leşkerî û Polîsa Medenî roja 11 vê mehê bi ser gundê Qurtqulaq yê navçeya Şera de girtin û du kesên bi navê Mihemed Hemo û Mihemed Xalid revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, grûpa Polîsa Leşkerî roja 6ê vê mehê kesê bi navê Husên Enwer Elî ji gundê Hesen ê ser bi navçeya Raco ve revand û dest danîn ser otomobîla wî. Heta niha çarenivsa wî jî ne diyar e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de û li gor amarên çalakvanên Efrînê, nêzîkî 7 hezar kes ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û fidya ji wan hatine standin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin