Doza Komkujiya Konyayê; 'Delîl tên reşkirin, êrîşkar ne bi tenê ye'

Doza Komkujiya Konyayê; 'Delîl tên reşkirin, êrîşkar ne bi tenê ye'

.

A+A-

Rûniştina doza derbarê kuştina 7 endamên malbata Dedeogullari li navçeya Meram a Konyayê îro tê dîtin. Parêzer Atîlla Kart dibêje ku delîlên der barê dozê de hatine reşkirin û darazê erka xwe pêk neaniye. Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut jî diyar kir ku hevkariya hiqûqnas, dozger û êrîşkaran eşkere ye.

Doza kuştina malbata Kurd a Dedeogullari îro li Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê tê dîtin. Di dozê de 13 kesên ku bi tohmeta destê wan di komkujiya wê malbata Kurd de hebûye hatibûn desteserkirin, 12 hatin azadkirin û tenê kujer Mehmet Altun bi awayekî girtî tê darizandin.

Darêzgerî karê xwe nake”

Parlamenterê berê yê CHPê Parêzer Atilla Kart beriya rûniştina doza ji Peyamnêrê Rûdawê Omer Sonmeze re axivî û got, “Em dibînin ku ji qonaxa lêpirsînê ya vê dozê heta niha destwerdan li delîlan hatiye kirin û delîl hatine reşkirin. Em dibînin ku dîmenên kamerayan hatine reşkirin. Dîmenên kujer ên piştî komkujiyê û beriya ku ew bê girtin di holê de nînin. Bi gotineke din, hin endamên asayişê yên di nava dewletê de rê nadin ku rastî li vir derkeve holê."

Parêzer Kart herwiha got, “Îro em dê rûniştina çaremîn dê pêk were, lê mixabin di warê verastkirina wan delîlan de saziyên dadwerî erka xwe pêk naynin. Yanî cudakarî û marjînalbûn bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Ji ber vê sedemê em di pêvajoyeke wisa de dijîn ku gihandina edaletê û darizandineke adîl ne pêkan e. Bi awayeke eşkre û zelal pêvajoyek darazê heye ku li gorî vê tê meşandin. Hin delîlên girîng hene, em ê di rûniştinê de wan nîşan bidin. Em dê bibînin ka dadgeh çawa helwest digir. Tevî her tiştî jî em dixwazin xweşbîniya xwe biparêzin. Lê belê, ez dixwazim bibêjim ku ev xweşbînî roj bi roj ji holê radibe.”

"Kujer teqez ne bi tenê ye"

Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut jî, diyar kir ku divê bi awayekî xurtir xwedî li dozê were derketin.

 Abdurrahman Karabulut dibêje: “Ji êrîşa 12ê Gulanê û vir ve, me hem di tomarên dengî yên di navbera bersûcan û hem jî di peyamên WhatsAppê de, bi zelalî nîşan da ku çawa bi hevkariya endamên asayiş û darazê delîl hatine reşkirin. Kujer bê guman ne bi tenê ye. Qeydên deng ên ku beriya niha li girtîgehê giheştine destê me, eşkere dike ku kujer ne bi tenê ye û endamên asayişê ji wî re bûne alîkar. Herwiha tê dîtin ku polîs ji kujer re dibêjin ku ‘piraniya wan ev komkujî heq kirine’. Me li ser bala xwe daye vê yekê. Em dê îro daxwaza xwe ya lêpirsînê pêşkêşî dadgehê bikin. Em dê heta dawiyê dest ji doza xwe bernedin.”

Bûyera bikom kuştina malbata Kurd

Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.

Navên endamên wê malbata Kurd ku bikom hatin kuştin; Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogulları, Serpîl Dedeogullari, Serap Dedeogullari, İpek Dedeogulları, Metin Dedeogullari û Sibel Dedeogullari.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ji wan 14 kesên ku 30ê Tîrmehê piştî kuştina 7 endamên malbata Kurd hatibûn desteserkirin, 10 kes bi tawana “kuştina bi qest” hatine girtin.

Herwiha bikujê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, 4ê Tebaxê hatibû girtin.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû, di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve li Konyayê ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî serdana wê malbata Kurd kiribû û li gorî gotina wê malbata Kurd, grûpa nijadperest a Tirk ji wan gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew li wir bijîn.

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê re diyar kiribû ku şeva 12ê Gulana îsal grûpeke 60 kesî bi dirûşmên nijadperest êrişî wan kir û ji wan re gotin, “Em nahêlin hûn li vir bijîn.”

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê ragihandibûn ku ew di bin êriş û gefê de ne û diyar kiribûn, ji ber ku ew Kurd in rastî êrişên nijadperest tên.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin