Dosya leşkerê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû hat girtin

Dosya leşkerê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû hat girtin

.

A+A-

Malbata Mûstafa Araz ku bi awayekî guman li navçeya Babaeskî ya Kirklarelî li leşkeriyê jiyana xwe ji dest dabû û biryara neşopandina lêpirsîna derbarê bûyerê de hatibû dayîn îttîraz kir û got ku gumanên wan zêdetir bûne. 

Mûstafa Araz (23) ku ji navçeya Qaizmanê ya Qersê ye, di 12’ê gulana 2020’an de dema ku li navçeya Babaeskî ya Kirklarelî li leşkeriyê bû bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Di lêpirsîna ku derbarê mirina Araz de hatibû destpêkirin de biryara meşopandinê hatibû dayîn. Ji aliyê rayedarên leşkerî ve hatibû ragihandibûn ku ji ber ku nexweş ketiye di 11’ê gulana 2020’an de Araz rakirine nexweşxaneyê û piştre agahî jê nehatiye girtin û li avahiyeke kavil cenazeyê wî hatiye dîtin. 

Piştî bûyerê malbatê ferq kiribû ku şûnê derban li laşê kurê wan hene serî li Serdozgeriya Komarê ya Babaeskiyê dabû û gilî kiribû. Di pêvajoya ku lêpirsîn didomiya de nameyeke ku hatibû angaştkirin Araz nivîsandiye li dosyayê hatibû zêdekirin. Di nameyê de nîşeyeke întiharê cih girtibû û piştre bi lêkolînên ku li ser nameyê hatibûn kirin biryar hatibû dayîn ku name ji aliyê Araz ve hatiye nivîsandin. Parêzerên malbatê îttîraza biryarê kirin. 

Herî dawî di 22’ê adarê de Serdozgeriya Komarê ya Babaeskiyê, bi angaşta ku delîl nehatiye dîtin biryara neşopandina dosyayê da. Parêzerên malbatê serî li Dadgeriya Cezayê ya Silhê dan û vê biryarê jî îttîraz kirin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin