DMMEyê daxwaza azadkirina Navalny ji Rûsya kir

DMMEyê daxwaza azadkirina Navalny ji Rûsya kir

.

A+A-

Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (DMME) îro Çarşemê biryar da ku divê Rûsya demûdest rexnegirê Kremlînê yê girtî Aleksî Navalny serbest berde.

DMMEyê, dadgeha navneteweyî ya Konseya Ewrupa û rexistina mafên mirovan ya sereke ya Ewrupa ye û herwiha Rûsya endamê wê ye.

Rûsya heya niha li ser biryara ECHRê ti şîrove nekiriye.

Lêbelê, Rûsyayê sala borî qanûnek derxist ku dibêje heke di navebra biryarên dadgehên Rûsî û biryarên sazîyên navneteweyî de pirsgirek hebe, ewê biryarên qanûnên netewî yên Rûsî werin hesibandin.

Ev qanûna nû di nava parêzvanên mafên mirovan de li Rûsya bûbû sedema fikaran.

Navalny, rexnegirê sîyasî yê herî navdar yê serokê Rûsya Vladimir Putin e. Aleksî Navalny yê 44 salî, piştî ku meha borî ji Almanya vegeriya Rûsyayê hate desteser kirin di 2'ê Sibatê bi sedema binpekirina serbestberdana wî ya berê bi sê sal û nîv yên zindankirinê hate ceza kirin.

Navalny piştî jahrkirina wî ya di 22yê Tebaxa 2020'ê de, jibo dermankirine li Almanya bû.

Navalny bo 32 rojan li nexweşxaneya Charite ya Berlinê hat derman kirin û piştre ji nexweşxanê hatibû derxistin.

Hebûna gaza Novichok ya di canê Navalny de ji hêla Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) ve hatibû piştrast kirin.

Gelek welatên Rojavayî banga serbestberdana wî kiribûn û gotibûn ku ew dikarin bi sedema ve yekê hemberî Rûsyayê toleyan ragihinîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin