Di sala 2021an de 46 rojnameger hatine kuştine

Di sala 2021an de 46 rojnameger hatine kuştine

.

A+A-

 

Li gorî rapora sala 2021an a Rojnamegerên Sînornenas 60 rojnamegerên jin girtî ne. Rêjeya rojnamegerên girtî li gorî sala 2020an, ji sedî 20 zêde bûye.

Rojnamegerên Sînornenas (RSF) rapora xwe ya sala 2021an weşandiye. Li gorî rapora RSFyê, li seranserê cîhanê 488 rojnameger girtî ne, 65 rojnameger dîlgirtî ne, 2 rojnameger winda ne, 46 rojnameger jî mirine. 

Rêjeya rojnamegerên girtî li gorî sala 2020an, ji sedî 20 zêde bûye û ji 488 rojnamegerên girtî, 60 jê rojnamegerên jin in.

RSFya ku ji sala 1995an û vir ve raporan diweşîne, di rapora îsal da ji bo hejmara rojnamegerên girtî gotiye ku, "heta niha ewqas bilind nebûbû". RSFyê helwesta li dijî rojnamegeran a Çîn, Myanmar û Belarûsê, weke sedema vê rewşê nîşan daye. 

Li gorî daneyên ku RSFyê aşkere kirine, li Çînê 127, li Myanmarê 53, li Wîetnamê 43, li Belarûsê 31, li Erebistana Siûdiyê jî 31 rojnameger girtî ne. 

Christophe Deloire, Sekreterê Giştî yê RSFyê hejmara zêde a rojnamegerên girtî ya li Çîn, Myanmar û Belarûsê, weke "Karê rejîmên diktatorî" penase kiriye. 

Rêjeya rojnamegerên jin ên girtî ji sedî 33 zêde bûye

RSFyê di rapora xwe de bal kişandiye ser rewşa rojnamegerên jin ên girtî. RSFyê diyar kiriye ku di sala 2021an de ji 488 rojnamegerên girtî 60 jê jin in û rêjeya rojnamegerên jin ên girtî li gorî sala borî, ji sedî 33 zêde bûye. 

Li Çînê 19 rojnamegerên jin girtî ne ku Zhang Zhan, xelatgira Xelata Azadiya Çapemeniyê ya RSFyê ya sala 2021an yek ji wan e. 

Li Belarûsê jî hejmara rojnamegerên jin ên girtî (17) ji ya rojnamegerên mêr (15) ên girtî zêdetir e. Di nava van de Daria Chultsova û Katsiaryna Andreyeva, her du rojnamegerên ji bo Belsat, kanala TVyê ya serbixwe ya polonî kar dikin jî hene. Ji be ku xwenîşandanên li welêt bûne, bi awayekî zindî weşandine, her yek ji wan bi du sal cezayê girtîgehê hatine cezakirin. 

Li Myanmarê jî ji 53 rojnamegerên girtî, 9 jê jin ni. 

Meksîka û Afganistan, du welatên herî bi xeter in

RSFyê di rapora xwe ya îsal de bal kişandiye ser kuştina rojnamegeran. 

Li gorî rapora RSFyê ji 1ê Kanûna Paşiyê heta 1ê Kanûna Pêşiyê ya 2021an, li seranserî cîhanê 46 rojnameger hatine kuştin. 

RSFyê sedema kêmbûna hejmarê bi kêmbûna şer û pevçûnên li Sûriye, Iraq û Yemenê û kampanyayên parastina rojnamegeran ên navnetewî ve girêdaye. 

Rêxistinê diyar kiriye ku di sala 2021an de ji sedî 65ê rojnamegeran bi zanebûn kirine hedef û ew hatine kuştin. 

Îsal Meksîka û Afganistan du welatên ku ji bo rojnamegeran herî bi xeter in. Li Meksîkayê 7,li Afganistanê jî 6 rojnameger hatine kuştin. Li Yemenê 4 û li Hindistanê jî 4 rojnameger hatine kuştin.

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin