Di minaqaşeyên siyaseta derve ya parlamentoya Swêdê de mijara sereke Kurd û Kurdistan bû

Di minaqaşeyên siyaseta derve ya parlamentoya Swêdê de mijara sereke Kurd û Kurdistan bû

Parlamentoya Swêdê siyaseta derve minaqeşe kir. Di maneqeşeyan de mijara sereke Kurd û Kurdistan bû. BParlamenterên partiya lîberal û sosyal demokrat dozvekirina girtina partiyên ku bi navê xwe jî Kurdistan in anîn ziman.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Duh li parlamentoya Swêdê partîyên Swêdî pirs û sîyaseta Swêdê ya li derveyî welat minaqeşe kir. Wezîrê derve, parlamenterên komîsyona kar û barên derve, parlamenterê bi pirsên navnetewî têkildar in, tevî munaqeşeyê bûn. Pirsgirêkên sereke yê dinyayê û yê yek bi yek welatan, bûn mijara minaqeşeyan.

Axaftina sereke Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde kir. Ann Lînde di axaftina xwe ya 20 deqîqeyî de cîyek girîng da pirsên sereke yê beşên Kurdistanê û sîyaseta Swêdê

riksdagen.jpg

Hans Wallmark (Partîya Muhafezekar), Marcus Weichell (Partîya Swêd -nijadperest e-), Kerstin Lundgren (Partîya Merkezî), Håkan Svenneling (Partîya Çep), Lars Adaktusson (Partîya Demokrat a Xiristîyan), Fredrik Malm (Partîya Lîberal) û Jaenine Alm Eriksson (Partîya Hawîrdor) li ser navê partîya xwe axaftinên sereke kirin.

Di munaqeşeyan de welatê herî pirr navê wê derbas bû Kurdistan bû. Parlementera Partîya Navend Kerstin Lundgren got; ”Rewşa kurdan li Tirkîyê pirr cidî xerab e”. Partîya çep Håkan Svenneling got; ”Em pir zelal dibinin ku Erdogan ji demokrasîyê dûr e”. Fredrik Malm got; ”Li Tirkîyê gelek parti li ber girtinê ne, ji ber di navê partîyê wan de ” Kurdistan ” heye”.

riksdagen2.jpg

Beşa duduyan ya munaqeşeyan de, ji çi partîyê dibin bila bibin, parlamenterê bixwesta dikaribû beşdarî minaqeşeyan bibin. Parlamenterê esil kurd Kadir Kasirga axaftina xwe tenê li ser pirsa Tirkîyê û Kurdistana bakur kir.

Di axaftina xwe de du caran navên PAK û PSK hilda û xwest balê bikşînê li ser dozvekirina her du partîyan. Kasirga di axaftina xwe de qala girtina serokên HDPê, ji kar dûrxistina şaredaran û girtina sîyasetmedar, rojnamevan û rewşenbîran kir. Kasirga got: ”Partîyên yasayî ku ji tundî û terorê dûr in, bawerîya xwe bi xebata sivîl tînin, wek Partîya Azadîya Kurdistanê û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê li ber qedexebûnê ne. Di derheq wan de doza girtinê hatîye vekirin û doza wan hatîye asta herî dawî ya biryardayînê. Sedemê sereke yê girtina van partîyan ji ber navê wan e, navê ”Kurdistanê” ye.

Roza Kurdî-Stockholm

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin