Di ‘lîsta terorê’ ya Amerîkayê de: Îran piştevanê terorê ye

Di ‘lîsta terorê’ ya Amerîkayê de: Îran piştevanê terorê ye

Di raporta xwe de, Wezareta Derve ya Amerîkayê careke din PKK weke “terorîst” û Îran weke “piştevanê terorê” bi nav kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê duh Çarşemê 24ê Hezîranê bi fermî hatîye belavkirin û di beşeke wê de bi taybet behsa Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike, û ji ber êrîşkirina ser armancên Tirkîyê, PKK weke “grûpeke terorîstî” bi nav kirîye.

Di wê raportê de hatîye gotin: “Ew grûp (Mebest PKK) berdewam in li ser armanckirina polîs û herwiha armancên serbazî yên Tirkîyê.”

Herwiha behsa çavkanîyên darayî yên Partîya Karkerên Kurdistanê hatîye kirin û li gor raportê, “ji seranserê Ewropayê ve alîkarîyên darayî bi rêya Dîyasporaya Kurdî kom dikin.”

Di raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê de herwiha amaje bi hejmara gerîlayên PKKê hatîye kirin û bi texmînî hatîyegotin, ku di navbera 4 heta 5 hezar kesan de be.

Di beşeke raportê ya derbarê PKKê de, amaje bi êrîşa li Xwaringeha HuQabaz a li Hewlêrê hatîye kirin û hatîye gotin: “Partîya Karkerên Kurdistanê bi terorkirina dîplomatekî Tirkîyê di êrîşa li Hewlêrê de tê tometbarkirin.”

Roja 17ê Tîrmeha 2019an, bûyereke teqekirinê li xwaringeha HuQqabaz a li bajarê Hewlêrê çêbûbû, ku di encamê de karmendekî Konsulxaneya Tirkîyê yê bi navê Osman Kose û du hevwelatîyên din ên ji Herêma Kurdistanê yên bi navê Osman Mihemed Elî û Beşdar Remezan Salih hatibûne kuştin.

Piştî bûyerê, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê îtîrafên êrîşkaran belav kiribû, ku li gor îtîrafên wan kesan, berpirsekî PKKê yê bi navê Fatîh (Botan) li Qendîlê plan êrîşê danîbû.

Wezareta Derve ya Amerîakyê di raporta xwe ya sala 2019an de, daye xuyakirin, ku armanca sereke ya Partîya Karkerên Kurdistanê, avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê li başûrê rojhilatê Tirkîyê ye.

Amerîkayê ji 8ê Cotmeha 1997an ve PKK xistîye di nava lîsteya rêxistinên terorîstî yên bîyanî de û di raporta xwe ya vê care de jî bi hûrgilî ve behsa çalakîyên wê yên li dijî dewleta Tirkîyê dike.

Amerîka: Îran piştevanê terorê ye

Îranê cihekî mezin û berfireh di raporta vê carê ya Wezareta Derve ya Amerîakyê de ya derbarê terorê de girtîye û wek “mezintirîn piştevanê teorrê li ser asta cîhanê” hatîye binavkirin, lewma di raportê de hatîye gotin: “Li ser vê bingehê, Amerîka û hevbeşên wê siza bi ser Îranê û hêzên wê yên bi wekalet de sepandine.”

Di beşeke din a raportê de tê gotin: “Îran û hêzên wî yên bi wekalet berdewam in li ser pîlanên xwe û encamdana êrîşan li ser asta cîhanê, Îran di demên derbasbûyî de sala 700 milyon dolar ji bo piştevanîkirina li grûpên çekdar û di nav de jî Hizbullah a Lubnanê xerc dikir, lê belê ji sala 2019an ve nekarîye wî pereyî dabîn bike, ew jî bi sedema sizayên Amerîkayê bo ser wî welatî bûye.”

Di raportê de zêdetir focus li ser Îranê ye û di beşeke din a raportê de, Îran weke piştevanê rêxistina el-Qaîdeyê bi nav dike dibêje: “Îran rê dide rêxistina el-Qaîdeyê ku li hundirê Îranê çalakîyan bike, pere û çekdaran ji Îranê ve bo navçeyên şer li Efxanistanê û Sûrîyê veguhêze û rê daye çekdarên wê rêxistinê ku li nav axa Îranê bimînin û nîştecih bibin.”

Herwiha di raportê de hatîye gotin: “Îran bi awayekê rasterast yan bi rêya hêzên xwe yên bi wekalet, berdewam e li ser encamdana tundûtîjîyan li Iraq, Sûrîye, Lubnan, Behrêyn û Yemenê.”

Liv û tevgerên DAIŞê li navçeyên cihê nakokîyê zêde bûne

Raporta Wezareta Derve ya Amerîakyê, weke salên berê behsa metirsîyên DAIŞê dike, tevî ku amaje bi wê yekê kirîye, ku çalakîyên DAIŞê di sala 2019 de li gor sala 2018 kêm bûne, lê belê bi taybet li sînorekî dîyarkirî ku navçeyên cihê nakokîyê yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de zêde bûne. Di raportê de sedema zêdebûna çalakîyên DAIŞê, bo “nezelalî di berpirsyarîya ewlehîya wan navçeyan de” hatîye vegerandin.

Her di heman raportê de, behsa wê yekê hatîye kirin, ku çavê DAIŞê li wê yekê ye, ku dubare xwe li navçeyên parêzgehên Enbar, Neynewa, Selahedîn, Kerkûk û Dîyaleyê organîze bike.

Wezreta Derve ya Amerîkayê di wê bawerîyê de ye, ku li gel hemû wan serkevtinên bi ser terorê de hatine tomarkirin, lê belê hêj gefên teorrê li ser cîhanê berdewam in.

Di raportê de, amaje bi kuştina xelîfeya DAIŞê û nemana xelafetê û desthilata cografîya wê rêxistinê hatîye kirin û hatîye dîyarkirin: “DAIŞ hêj li ser şerkirinê berdewam e û alîgir û şûngirtîyên xwe hand ide, ku li seranserê cîhanê êrîşan pêk bînin.”

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin