Di Kongreya Federasyona Komeleyên Wanê de nîqaş û aloziya li ser Pirsa Kurd

Di Kongreya Federasyona Komeleyên Wanê de nîqaş û aloziya li ser Pirsa Kurd

.

A+A-

Di Kongreya Federasyona Komeleyên Wanê de, gotarên parlamenterên AKP û HDPê yên di derbarê pirs û mafên Kurdan de li Tirkiyê, bûne mijara serekî ya gotûbêjên kongreyê.

Hejariya li Wanê

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê, roja Yekşemê 27ê Sibatê Şeşemîn Kongreya Federasyona Komeleyên Wanê hat sazkirin. Gotarên parlamenterên AKP û HDPê yên derbarê pirsa Kurd de li Tirkiyê, mijara serekî ya gotûbêjên kongreyê bûn.

Parlamenterê HDPê Sezai Temelli got “Îro di bêkariyê de rekor tê şikandin, di hejariyê de rekor tê tomarkirin û xelkê Wanê rûbirûyê birçîtiyê tên kirin, îro bi wê siyaseta dijwar a li bajarên Kurdî tê peyrewkirin, wê nedadmendiya zêde bûye, wiha kiriye mijara serekî yaw ê desthilatê be ku li ser çaresernekirina pirsa Kurd dijî.”

Parlamenterekî AKPê yê Wanê ku ew bi xwe jî Kurd e, bersiva parlamenterê HDPê da û red kir ku li Tirkiyê pirsa Kurd hebe.

Parlamenterê AKPê yê Wanê Îrfan Kartal diyar kir “Belê ji 2002an û bi şûn ve li Tirkiyê pirsa Kurd nemaye, pirsa terorê heye, hevalno. Îro eger em li vê derê gotûbêjê dikin û her ferdekî Wanê li vê derê diaxife, ev mafekî demokratîk e.”

Gotara parlamenterê AKPê bû sedema karvedaneke dijwar a beşdarbûyên kongreyê.

Hevserokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji Tebaxa 2019an ve ji kar hat dûrxistin û qeyûm li şûna wî hat danîn, rexne li desthilata AKPê û danîna qeyûman bo ser şaredariyên HDPê girtin.

Hevserokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Avci dibêje “Yê ku îro rabe bibêje di vî welatî de pirsgirêka Kurdan tine ye û paşê jî bibêje ez Kurd im, yê ku ji bo azadiya xwe, yê ku ji bo şerefa xwe, yê ku ji bo rûmeta xwe têkoşînek bide, tu ji wî re bibêjî terorîst, bêguman nayê qebulkirin."

Rêveberên kongreyê hewl dan rewşê aram bikin, ji ber karvedanan jî parlamenterê AKPê salona kongreyê bicîh hişt.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin