Di êrişa Tirkîyê de 28 zarok bê dayîk û bav mane

Di êrişa Tirkîyê de 28 zarok bê dayîk û bav mane

Ji ber êrîşên artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve, bi dehan malbat jî ji hev belav bûne hevdu wenda kirine. Li gorî amarên Rêveberîya Xweser, di encama êrîşa Tirkîyê de 28 zarok bê dayîk û bav mane.

A+A-

Navenda Nûçeyan-Ew zarok tenê daxwaz dikin ku malbatên xwe bibînin. Lê piranîya dayîk û bavên wan zarokan ji ber bombebaranên artêşa Tirkîyê canê xwe jidest dane. Beşeke wan jî di nava dorpêça grûpên çekdar de li Serê Kanîyê û Girê Spî mane.

Pêla koçberîyê, gelek malbat li ber xwe re bir, ne tenê ji malên xwe derketin lê malbata xwe jî winda kirin.

Mecîdê 1‪0‪ salî, mihemedê 1‪2‪ salî û xwîşka wan Rehef ya 15 salî, di dema zêdebûna bombebarana balafirên Tirkîyê de, revîyan û ji bavê xwe veqetîyan.

Ew bi xelkê re giheştin bajarê Hesekê, xwe rizgar kirin, lê dayika wan li gundê Îbrahîmîyê dorpêçkirî maye û nizanên dayika wan rastî çi qederê hatîye.

Yek ji wan zaroka ê bi navê Mihemed el Hesen dibêje, “Li gel kesûkarên cêrî em çûn derve. Otomobîlek hat û em jî bi wê otomobîlê hatin mala şêx. Ji mala şêx jî em hatin vir. Me tiştek nezanî.”

Zarokê bi navê Mecid el Hesen jî diyar dike, “Min bêrîya dayîka xwe kirîye, ya xwîşk û birayên xwe û bêrîya mal. Min bêrîya dibistanê jî kirîye.”

Rêveberîya Xweser navê 1‪5‪0‪ hezar koçberên Serê Kanîyê û Girê Spî tomar kirine ku 28 zarokên sêwî, bê dê û bav hene. Hewla bihevgihandina wan malbatan tê dayîn.

Berpirsekî Rêveberîya Xweser dibêje, “Tenê li Hesekê heta niha me 2‪8‪ zarokên bê dayik û bav dîtine, ji ber ku rewşa awarte û tevlîhev e, heta niha alîkarîya wan nehatîye kirin weke pêwist, hewl jî ji bo dîtina, xizmên wan berdewam in.”

Rewşa piranîya wan zarokan ji alîyê derûnî ve, xirab e, ku heta niha ti xizmetguzarîyeke taybet ji wan re nehatîye pêşkêşkirin, ev jî di demekê de ye ku hejmara zarokên koçber, ji çil û pênc hezaran derbas bûye.

                                                                                                                                          Çavkanî: Vîvîyan Fetah-Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin