Di êrişa DAIŞê de 9 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn

Di êrişa DAIŞê de 9 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn

.

A+A-

 Çekdarên DAIŞê êrişî gundê Xidirce yê li herêma Qereçûx a ser bi Mexmûrê ve kirin û di encamê de 9 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn û 4 Pêşmerge û sivîlek jî birîndar bûn.

Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî êrişî gundên Xidirce yê li herêma Qereçûx a ser bi navçeya Mexmûrê ve kirin.

Di dema rûbirûbûna wan çekdaran de grûpeke Pêşmerge ket kemîna çekdarên DAIŞê û di encamê de 7 Pêşmerge şehîd bûn.

Fermandar li Fermandariya Hewlêrê ya Hêza Pêşmerge Necat Xule ji Rûdawê re ragihand, raîdêk û neqîbek li gel 5 Pêşmerge bi armanca rêgirtina li wan çekdarên DAIŞê ku êriş kirin ser gundê Xidirce, “ketin kemîna DAIŞê û hemû şehîd bûn.”

Li gor gotina wî fermandarê Pêşmerge, bûyerê li ser çiyayê Qereçûx û li gundê Nazî Kend rû da.

Navê wan Pêşmergeyên ku ketin kemîna DAIŞê û şehîd bûn: Raîd Nifî xule, Neqîb fexredîn Seîd, Kameran Puşo, Senger Şerîf, Şukir Ebuzêd, Yasîn Mihemed û Nazim Ebdulla Reza.

Herwiha Pêşmergeyekî din di nava gund de dema rûbirûbûnê de şehîd bû û di dema veguhestina birîndaran de otomobîleke hêzên Pêşmerge wergeriya û di wê bûyerê de jî Pêşmergeyek şehîd bû û 3 Pêşmerge birîndar bûn.

Li aliyê din Fermandar li Lîwaya 8 ya Pêşmerge Emîd Hisên Cewad ji Rûdawê re ragihand di êrişa DAIŞê de 3 bira jî şehîd bûn.

Cenazeyên şehîdan bo Pizîşkiya Dadê ya Hewlêrê hatine veguhestin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin