Di doza Vartînîsê de dadgehê biryara girtina fermandarî da

Di doza Vartînîsê de dadgehê biryara girtina fermandarî da

.

A+A-

Kadîr Karacelîk, Serokê Baroya Mûşê wiha axivî: “Ev helbet biryareke tedbîrê ye. Cardin em nikarin bibêjin ji bo mexdûran edalet bi temamî pêk nehatiye, di bûyerên wiha giran de biryara desteserkirinê jî nadin. Ji ber vî tiştî, biryara girtinê dilê mirovan xweş dike.”

Heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Yekem a Kirikkaleyê di doza qetlîama Vartînîsê de biryar daye ku Bulent Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê navçeyê yê wê demê were girtin.

Kadîr Karacelîk, parêzerê mexdûran, Serokê Baroya Mûşê, piştî danişînê ji bianetê re wiha axivî:

“Ev helbet biryareke tedbîrê ye. Cardin em nikarin bibêjin ji bo mexdûran edalet bi temamî pêk nehatiye, di bûyerên wiha giran de biryara desteserkirinê jî nadin. Ji ber vî tiştî, biryara girtinê dilê mirovan xweş dike.”

“Hê metirsî heye ku dema yasayî biqede. Lê em li bendê ne ku piştî biryara girtinê pêk were, pêvajoya dozê bilez bibe, di çend danişînan de biryar were dayîn.”

Dadgeha Bilind: Fermandarî ferman daye

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind di biryara xwe de gotibû ku peyketin û lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û divê dadgehkirin ji nû ve pêk were.

Daîreya Cezayan a Yekem a Dadgeha Bilind, biryar dabû ku Bulent Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê navçeyê yê wê demê berpirsiyarê qetlîamê ye.

Dadgeha Bilind, biryara beraetê ya Karaoglûyî ya ku dadgehê dabû bi gotina “Karaoglû, biryara şewitandina gund daye” qebûl nekiribû.

Piştî vê birarê dadgehkirin careke din li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê îro destpê kiriye.

Çi bûbû?

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind gotibû ku lêpirsîn û peyketineke bibandor nehatiye kirin û divê dadgehkirin jinû ve bibe.

Mehmet Nasir Ogutê 14 salî, Eşref Oran, Sevda Ogut, Sevim Ogut, Mehmet Şakir Ogut, Mehmet Şirin Ogut, Aycan Ogut, Cihan Ogut û Cinal Ogut di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yê de li gundê Wartinîsê yê navçeya Têliya Mûşê agir bera mala wan dan û ew kuştin.

Doz derbarê qetlîamê de hatibû vekirin û di 1ê Gulana 2016an de li Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê hemû bersûcan ji ber “kêmbûna delîlan” beraet kiribû.

Daîreya Cezayan a 1em a Dadgeha Bilind ji bilî ya derbarê Bulent Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê Navçeyê biryara beraetkirina bersûcên din qebûl kiriye. Biryara beraeta derbarê Karagolûyî de qebûl nekiriye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin