Di doza Kobaniyê de 31 kesan gotiye em ne gilîkar in

Di doza Kobaniyê de 31 kesan gotiye em ne gilîkar in

.

A+A-

Ji 47 kesan 31 kesan gotiye ku ew ne gilikar in û ew nawxazin beşdarî dadgehkirinê bibin.

7em danişîna doza Kobaniyê li 22yem Dadgeha Cezayê Giran a Sîncanê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dewam kir.

Hevserokên Berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel û endamên Lijneya Rêveberinê ya Navendî ya HDPye jî di nav de 108 kes di doza Kobaniyê de tên dadgehkirin. 21 ji wan girtî ne. 

Endamekî heyeta dadgehê guheriye 

Îro bi tespîtkirina nasnemayan danişînê destpê kiriye. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê girtî beşdarî danişînê bûne. Yên ne girtî jî bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) ji Kocaelî, Stenbol û Edîrneyê tevlî dadgehkirinê bûne. 

Serokê heyetê belgeyên ku nû xistine nava dosyayê xwendiye û gotiye, bersiva nivîsa wan ji Parlamentoyê re şandiye hatiye. Heyeta dadgehê ji Parlamentoyê xwestibû ku axavtinên siyasetmedarên doz li wan vebûye, yên li Parlamentoyê kirine, ji wan re bişînin. 

Parêzeran xwestiye ku rojên danişînan ji nû ve werin diyarkirin. Lê heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl nekiriye. Parêzeran giliyê heyeta dadgehê li bal Lijneya Dadwer û Dozgeran (HSK) kirine. Ev daxwazname xistine nava dosyayê.

Her weha îro endamekî din ê heyeta dadgehê guheriye. 

Di danişîna îro de îfadeyên 47 kesên gilîkar hatine xwendin. Ev îfade xistine nava dosyayê de. Ji 47 kesan 10 kesan gotiye ew gilîkar in û dixwazin beşdarî danişînan bibin. 31 kesan jî gotiye ew ne gilîkar in û naxwazin beşdarî danişînan bibin. 6 kesan gotiye ew naxwazin beşdarî danişînan bibin. 

Dozgerî ji bo belgeyên ku nû hatine, nêrina dozgerî pirsiye, lê ji parêzeran ne pirsiye bê ka ew çi difikirin. 

Parêzer Cîhan Aydinî wiha gotiye: "Divê hûn mafê axavtinê bidin me, geek belge ketine nava dosyayê. We ji dozgerî pirsî lê divê hûn ji me jî bipirsin."

Serokê heyetê, gotiye ku beşek ji belgeyan ên derbayê hin gilîkaran de ne û mafê axavtinê nedaye parêzeran. 

Piştî axavtina parêzeran, heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kiriye. Daxwaza parêzeran a guhertina heyeta dadgehê, qebûl nekirine. Her weha dawxaza navbereke maqûl a danişînan û hemû daxwazên din red kirine. Dadgehkirin wê sibê dewam bike. 

Parêzeran biryara demkî ya heyetê protesto kiriye û li maseyan dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin