Di 6 mehan de hezar û 98 kes desteser kirine, 33 kes girtine

Di 6 mehan de hezar û 98 kes desteser kirine, 33 kes girtine

.

A+A-

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê gotiye ku, mafparêzên li dijî binpêkirina mafan û azadiyan derketine, hatine desteserkirin, girtin, îşkence li wan bûye û bi lêpirsînan hatine astengkirin.

Weqfa Mafên Miroan a Tirkiyeyê (TIHV) derbarê zext û astengiyên li ber mafparêzan ên di van 6 mehan de pêk hatine, daye.

Di daxuyaniyê de TIHVê diyar kiriye ku maf û azadiyhên Destûra Bingehîn û peymanên navnetewî ew misoger kirine, bi awayekî kêfî hatine astengkirin û mafparêzên li dijî van kiryaran derketine, desteser kirine, girtine, îşkence li wan kirine û lêpirsînname ji bo wan amade kirine û bi vî awayî jî xwestine wan asteng bikin.

TIHVê daneyên ku di daxuyaniyê de ne, ji ber yên Navenda Dokumantasyonê ya TIHVê berhev kirine ku di navbera 1ê Adara 2021an û 31ê Tebaxa 2021an de pêk hatine.

Li gorî van daneyan, di vê demê de ev astenî, zext û zorî li mafparêzan bûne:

  • Li 19 bajar û 3 navçeyan, li ser hev ji bo 729 rojan çalakî qedexe kirine, li navçeyekê ji bo demeke nediyar biryara qedexeyê dane.
  • 23 jê yên derbarê mafên jinan û LGBTI+yan, 21 jê yên derbarê mafên sendîkal û 11 jê jî derbarê mafên jîngehê de, li ser hev midaxele li 124 çalakî û bernameyan kirine. 21 çalakî asteng kirine.
  • Li 2 navçeyan li ser hev ji bo 80 gundî biryara qedexeya derketina derve ya dema wê nediyar dane.
  • 119 jê jinparêz û LGBTI+parêz, 14 jîngehparêz, li ser hev hezar û 98 mafparêz hatine desteserkirin.
  • Ji ber ku beşdarî civîn û meşan bûne li ser hev 909 hezar û 598 TL cezayê pereyan li 290 mafparêzan birîne.
  • Ji 20an zêdetir parêzer, 87 jinparêz û LGBTI+parêz û 7 jî jîngehparêz, li ser hev 338 kes, di 55 danişînên cida de hatine dadgehkirin.
  • Di heman demê de biryarên kontrola edlî ji bo 107 mafparêzan dane û 33 mafparêz jî hatine girtin.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin