Destana Xwakurkê...

Destana Xwakurkê...

Îro 31 sal dibuhirin bi ser dastana navdara şerê berevanîyê ji gel û axa Kurdistanê ku Dastana Xwakurkê ye.

A+A-

Îro 31 sal dibuhirin bi ser dastana navdara şerê berevanîyê ji gel û axa Kurdistanê ku Dastana Xwakurkê ye. Di wê dastanê de bo dema 46 rojan Pêşmergeyên Kurdistanê, hêrişeke berfireha supayê Îraqê şikand ku ji bilî top û firkeyan, rijêma wê demê ya Îraqê çekê kîmyayî jî bikar anî. Ew dastan bi serkirdatîya rasterasat a serok Mesûd Barzanî bû. Li 14.8.1988 serok Mesûd Barzanî di gotarekê de bo Pêşmergeyan pêşbînî wê yekê kir ku piştî heşt salan ji şerê Îraq û Îranê, rewşa abûrî û sîyasîya Îrqê dê biherife û doza Kurd jî diçe di qonaxeke nû de.

Li 19.7.1988 çend heftîyekan berî ku şerê Îraq û Îranê bi temamî bi dawî bihêt, rijêma Beisê hêrişeke berfireh kire ser deverên rizgarkirîyên li bin destên Şorişa Kurdistanê, lê Pêşmergeyên leşkerê Kurdistanê bi serokatîya rasterasta serok Mesûd Barzanî li beranber supayê Îraqê rawestan û berevanîyek bê mînak kirin ku wê demê supayê Îraqê ji alîyê hêz ve bi pêncem supayê cîhanî dihat nasîn.

Ew şerê Berevanîyê heya 5ê Îlona wê salê berdewam bû, dûv re jî bi Dastana Xwakurik hat nasîn. Ew şer şereke enîgirî ya 46 rojî bû ku supayê Îraqê, topxane, firokeyên cengîyê û çekên kîmayî jî têde bikar anî. Sera evê yekê jî Pêşmergeyîn Kurdistanê berxwedan û şîyan zîyaneke mezin bi hêzên hêrişkarên rijêma Îraqê bigehînin. Ew şer ji alîyê sîyasî, serbazî û sitatîcî giringîyeke mezin hebû, çunku Pêşmerge destekvtek mezin ji çek û teqmenîyan bi dest xwe ve anî û ji alîyê sîyasî ve jî, xewna Bexdayê pûç kir ku dixwazt weha nîşan bide rawestana şerê Îraq û Îranê,  berevanî û şorişa Kurdistanê ji nav dibe, lê bervanîya Pêşmergeyê Kurdistanê li Xwakurkê gelek  hevkêşe û xewnên hikumeta Bexdayê ji navbirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin