Derket: Kurd Û Wargehên Wan Di Pırtûka Sûretu'l-Erdya Ibın Hewqel De

Derket: Kurd Û Wargehên Wan Di Pırtûka Sûretu'l-Erdya Ibın Hewqel De

Ji weşanxaneya (Apec Tryck & Förlag AB) li Stockholmê pirtûkeke nû hate weşandin di bin navê (KURD Û WARGEHÊN WAN DI PIRTÛKA SÛRETU'L-ERDYA IBIN HEWQEL DE) ya lêkolîner Ibrahîm Ibrahîm.

A+A-

Bi hûrbîniyke balkêş Ibrahîm İbrahîm dixwaze pirtûka SÛRETU'L-ERDYA IBIN HEWQEL analîz bike û  bi taybet wargehên kurdan bişopîne. Di peşgotina pirtûka xwe de lêkolîner Ibrahîm Ibrahîm diyar dike ku wî ji mêj ve pirtûkên erdnîgarî û yên cîhangeran dişopandin, ew pirtûkên di serdema islamî de bi destê cîhanger û bazirgan û erdnîgarnasan hatine nivîsandin, naverokên wan pir bala wî kişand nemaze hin bûyerên dîrokî û civakî ku pirtûkên dîrokê bi xwe jî behsa wan nekirine, ya giringtir dema ku behsa kurdan û wargehên wan dikin, rola Kurdan di şaristaniya rojhilat de berz kiribûn di pirên serdeman de .

1-104.jpg

Pirtûka Sûretu'l-Erd wateya wê bi kurdî wêneya zemînê ye, ew ji wan pirtûkên giring bûn ku nivîskarê wê Ibin Hewqel pir geriyabû li herêmên dewleta islamî û ji derveyî wê ve jî, di gera xwe de pir milet, qebîleyên, olên, û mezhebên rengereng dîtibûn an jî nas kiribûn, di nav wan de miletê kurd bû jî .

Ibin Hewqel ji cîhanger û erdnîgarnasên din bêhtir behsa kurdan û wargehên wan kiriye û bi piranî û bi rengekî balkêş jî, ev bû sedema ku navnîşana semînerê bibe Kurd û wargehên wan di pirtûka  Sûretu'l-Erd de ya Ibin Hewqel.

Di nivîsandina lêkolînê de dihate xwestin ku em li jêder û çevkaniyên dîrokî û erdnîgarî jî vegerin da em bikaribin rewşa Kurdan a civakî, aborî û siyasî di wê serdemê de (sedsala 4k./10z.) bizanibin, ji bo em bikaribin pîvanekê di navbera nivîsên li ser bûyerên ku bûyîne di Pirtûka Sûretu'l-Erd de û yên di jêderên din de hatine diyarkirin li ser serdema Ibin Hewqel.

Ji wan jêderan pirtûka el-Mesalik we'l-Memalik ya Istexrî (346k./957z. koç.), Ehsen et-Teqasîm fî Me'rîfeti'l-Eqalîm ya el-Meqdisî (390k./1000z.), el-Kamil fi't-Tarîx ya Ibini'l-Esîr (630k./1233z.), Tecaribu'l-Umem ya Meskewê (421k.1030z.), Tarîxi'l-Fariqî ya Ibini'l-Ezreq el-Fariqî (577k./1181z.), Şerefname ya Şerefxanê Bedlîsî (1005k./1597z.), ji bilî wan jî hin jêderên din, kevin û nû jî, ji yên nû pirtûka el-Kurd we Bîladîhim 'inde el-Buldaniyîn we'r-Rehale el-Muslimîn ya Hekîm Ehmed Xoşnaw, û el-Îmaratul-kurdiye fî el-Esir el-Buweyhî ya Qadir Mihemed Hesen û tarîx el-Duwel we'l-îmaratu'l-Kurdîye fi'l-'Ehdi'l Islamî ya Muhemed Emîn Zekî, Buldan el-Xîlafet'iş-Şerqîye ya Kî lêstirêng (wergera wê ya Erebî) , pirtûka Tarîxu'l-Edebi'l-Cuxrafîyi'l-Erebîyî ya Kiratişikoviskî, ji bilî van jî hin jêder û çavkaniyên ku têkildarbûn bi mijarê re.  lêkolîn wiha hatiye dabeşkirin :

- Destpêk: Di destpêkê de rola kurdan û beşdariya wan di dîroka rojhilat de hatiye şîrovekirin, di sedema islamî de, herwiha girîngiya pirtûka sûret el-Erd ya Ibin Hewqel di zelalkirina vê pirsgirêkê de.

1. Ibin Hewqel û Pirtûk û Serdema wî: Di vê beşê de jiyana Ibin Hewqel û pirtûka wî ya Sûretu'l-Erd tê diyarkirin û girîngiya agahiyên wê, tevlî şîrovekirina rewşa siyasî ya dewleta islamî li rojhilat û rojava di serdema Ibin Hewqel de, di sedsala (4k./10z.) de. ku dewleta Ebasî lawaz bibû û ketibû bin bandora Tirk û Buweyhiyan de, yên dikarîbûn bibin desthilatdar, pir dewlet û mîrnişînên serbixwe jî hatibûn damezirandin, di nav wan de hukûmet û mîrnişînên kurdan jî hebûn.

1. Ibin Hewqel û Pirtûk û Serdema wî: Di vê beşê de jiyana Ibin Hewqel û pirtûka wî ya Sûretu'l-Erd tê diyarkirin û girîngiya agahiyên wê, tevlî şîrovekirina rewşa siyasî ya dewleta islamî li rojhilat û rojava di serdema Ibin Hewqel de, di sedsala (4k./10z.) de. ku dewleta Ebasî lawaz bibû û ketibû bin bandora Tirk û Buweyhiyan de, yên dikarîbûn bibin desthilatdar, pir dewlet û mîrnişînên serbixwe jî hatibûn damezirandin, di nav wan de hukûmet û mîrnişînên kurdan jî hebûn.

2. Kurd û wargehên wan di pirtûka Sûretu'l-Erd de : Naveroka vê beşê di nav xwe de pêşinyazek hilgirt ji herêmên ku kurd lê belav bibûn li gorî pirtûka Sûretu'l-Erd; (Cezîrê, Ermînya û Azerbeycaan û er-Ran, Cîbal, Faris, Xozistan, Kerman, Xuresan, Îraq), her herêmek bi serê xwe hatiye wesifkirin ji aliyê erdnîgariyê, sînor, rewşa siyasî, navendên şaristanî (bajar, gund,…) rewşa aborî ya kurdan û şêweyên jiyan û civaka wan, hin ji pêwendiyên wan û wesfa erdnîgarî û keş û hewaya wargehên wan.

- Encam: Encamên lêkolînên ku ji gelek xalan pêk tên, kurtebêjeya wê belavbûna kurdan bi firehî li ser gelek herêman di wê dema han de, rengerengbûna civak û jiyana wan (bajarî, gundî, koçer), tevî beşdarbûna wan di aboriya dewleta islamî (çandinî, pîşesazî, bazirganî) de.

 

Naveroka pirtûkê ji van xalan pêk tê

 

DIYARÎ

SPASÎ

KURTEBÊJ

PÊŞGOTİN

DESTPÊK

1. IBIN HEWQEL Û PIRTÛK Û SERDEMA WÎ

1.1. Ibin Hewqel

1.2. Pirtûka Sûretu'l-Erd

1.3. Serdema Ibin Hewqel

2. KURD Û WARGEHÊN WAN DI PIRTÛKA SÛRETU'L-ERD yA IBIN HEWQEL DE

2.1. Herêma Cezîrê:

2.1.1. Cih û Sînorên Herêma Cezîrê:

2.1.2. Dîroka Kurdan di Herêma Cezîrê de di Sedsala (4k./10z.) de

2.1.2.1. Nakokiyên di Navbera Kurdan û Hemedaniyan de

2.1.2.2. Dewleta Dostikî – Merwanî (345-489k./956-1095z.)

2.1.3. Navendên Şaristaniyê di Cezîrê de û Şêweyên jiyana wan

2.1.3.1. Nisêbîn

2.1.3.2. Amed

2.1.3.3. Meyafarqîn

2.1.3.4. Mardîn

2.1.3.5. Duneyser

2.1.3.6. Cizîretu Ibin 'Umer (Qerdî)

2.1.3.7. Heran

2.1.3.8. Ruha

2.1.3.9. Sincar

2.2. Herêma Ermînya, Azirbêcan û er-Ran

2.2.1. Cih û Sînorên Herêma Ermînya, Azirbêcan û er-Ran

2.2.2. Dîroka Kurdan di Ermînya, Azirbêcan û er-Ran de

2.2.2.1. Desthilatdariya Deysem li Azerbeycanê

2.2.2.2. Mîrneşîna  Rewadî (337-463k./948-1071z.)

2.2.2.3. Mîrneşîna Şeddadî (340-595k./951-1198z.)

2.2.3. Navendên Şaristanî di Ermînya, Azirbêcan û er-Ran de

2.2.3.1. Ûrmîya

2.2.3.2. Eşna

2.2.3.3. Berze'a

2.2.3.4. Debêl

2.2.3.4. Bedlîs

2.2.3.5. Xelat

2.2.3.6. Zozan

2.2.3.7. Selmas û hin bajarên din

2.3. Herêma Cîbal

2.3.1. Cih û Sînorên Herêma Cîbal

2.3.2. Dîroka Kurdan di Herêma Cîbal de (4k./10z.)

2.3.2.1. Desthilatdarîya Eyşanê (300-350k./912-961z.)

2.3.2.2. Mîrneşîna Hesnewêh (348-406k./959-1015z.)

2.3.3. Navendên Şaristanî di Herêma Cîbal de û Şêweyên jiyana wan

2.3.3.1. Hemedan

2.3.3.2. Deynewer

2.3.3.3. Esbehan

2.3.3.4. Helwan

2.3.3.5. Şehrezor û Sehrewerd

2.3.3.6. Ebher

2.4. Herêma Faris

2.4.1. Cih û Sînorên Herêma Faris

2.4.2. Belavbûna Kurdan di Herêma Faris de

2.5. Herêmên Din

2.5.1. Herêma Xuresan

2.5.2. Herêma Xozistan

2.5.3. Herêma Kerman

2.5.4. Herêma 'Îraqê

ENCAM

ÇAVKANÎ

PÊVEK

LÎSTEYA NEXŞEYAN

 

 

 

Ibrhîm Ibrahîm

 

Di sala1971ê de li bajarê Hesekê ji dayik bû.

Di sala 1997an de li zanîngeha Şamê di beşa dîrokê de lîsans wergirt

Di sala 1998an li zanîngeha Şamê dîploma Qualification û bisporîya arkiyolojiyê wergirt.

Di salên (2002-2013)an de li dibistanên Qamişlo mamostê dîrkê bû

Di sala 2012an de bû endamê damezrandina komeleya Subartu ya guhdan bi dîrok û kelepûrê kurdî dike û serokitya wê du sala kiriye (2012/2013).

Di sala 2016an de lîsansa bilind (Master) di beşa ziman û çanda kurdî de li zanîngeha Mardînê wergirt.

Di sala 2016an de bû xwendekarê dektora di beşa ziman û çanda kurdî de li zanîngeha Diclê li Amedê.

Di sala 2017an de bû endamê komeleya nivsîkarên kurd li Swêdê.

Di sala 2018an de xelata Cegerxwîn a akadîmî wergirt.

Berhemên wî: Rengvedana dîroka kurdî di helbestên Cegerxwîn de, weşanxana APEC Swêd, 2018

Emel: [email protected]

 

2-106.jpg

KURD Û WARGEHÊN WAN DI PIRTÛKA SÛRETU'L-ERDYA IBIN HEWQEL DE

 

Ibrahîm Ibrahîm

 

Berg: Xelîl Ibrahîm

 

Çapa yekem: 2020 - Stockholm

 

Çap: Apec Tryck & Förlag AB

 

ISBN: ISBN: 978-91-88333-65-0

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin