“Dengê Îngilîzî yê DAIŞê” tawanên xwe qebûl dike

“Dengê Îngilîzî yê DAIŞê” tawanên xwe qebûl dike

.

A+A-

Mihemed Xelîfe endamekî sereke ya şaneya ragihandinê ya DAIŞê û berpirsê tomarkirin û amadekirina girtevîdyonên DAIŞê bû.

Wezareta Dadê ya Amerîka ragihand, teroristekî Kanadî ku rola wî ya girîng di reklama çalakiyên DAIŞê de hebû, li pêş dadgehê li tawanên xwe mikur hat.

Wezareta Dadê ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, Mihemed Xelîfe yê 38 salî li xwe mikur hatiye ku piştevaniya darayî bi DAIŞê re kiriye û di jî hevkariya wî di tawanên kuştinê de jî hebûye.

Wezareta Dadê ya Amerîka diyar kir jî, roja 15ê Nîsana 2022an dê biryar derbarê Mihemed Xelîfe derkeve û dikar bigihe cezaya  zîndakirina hetahetayî dibe.

Mihemed Xelîfe ku li Siûdiyê ji dayik bûye û welatiyekî Kanadî ye, sala 2013an ji Kanadayê derket û pêwendî bi DAIŞê kir û bû endamekî sereke ya şaneya ragihandinê ya DAIŞê.

Herwiha ew berpirsê tomarkirin û amadekirina girtevîdyonên taybet bi girtiyên biyanî bû û dengê xwe datanî ser vîdyoyan, ji wan jî vîdyoyên her du rojnamevanên Amerîkî James Foley û Steven Sotloff yên di sala 2014ande hatine serjêkirin.

Mihemed Xelîfe sala 2019an ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hate desteserkirin û sala 2021ê radestî desthilatdarên Amerîka hate kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin