Dadgehê bi tohmeta ku heqaret kiriye cezayê pere li Ezgî Molayê biriye

Dadgehê bi tohmeta ku heqaret kiriye cezayê pere li Ezgî Molayê biriye

.

A+A-

Dadgehê bi tohmeta ku heqaret li Mûsa O. kiriye 6 hezar û 960 lîre cezayê pere li Ezgî Molayê biriye. Mûsa O. bi iddiaya ku êrişa zayendi kiriye tê darizandin.

Lîstikvan Ezgî Mola bi hêceta ku li ser medya civakî heqaret li Mûsa O. kiriye tê dadgehkirin. Danişîna biryarê ya Ezgî Molayê li 31em Dadgeha Cezayên Esliyê ya Enqereyê pêk hatiye.

Çawişê Pispor Mûsa O.yê ku bi tohmeta êrişa zayendî ya biwesif kiriye tê darizandin bi sedema ku Ezgî Molayê li ser Twîtterê heqaret lê kiriye giliyê Molayê kiribû.

Ji bo Molayê bi tohmetên ku ‘bi peyama bi deng, nivîskî û dîmenî heqaret kiriye’ heta 2 sal 4 meh cezayê girtîgehê hatibû xwestin.

Molayê di danişîna biryarê de gotinên xwe yên dawî weha gotiye: "Ez bersûc nas nakim, ev gotina min ji bo  tecawizkar û kesên xwedî potansiyela tecawîzê ne. Berê min nûçeyên derbarê bûyerê de xwend û piştre min ev zilama weke tecawizker nirxand. Min nêrîna xwe bi rengekî ku ne hişk be anî ziman. Her kî bûya dê heman bertek nîşan bida. Min weke hunermendekê dengê xwe da bihîstin û mîna her kesî min jî nerazîbûna xwe nîşan da."

Piştî parastinan dadgehê bi tohmeta ku heqaret li Mûsa O. kiriye 6 hezar û 960 lîre cezayê pere li Ezgî Molayê biriye.

Çi bûbû?

Li navçeya Qubînê ya Êlihê, Î. E.ya 18 salî ya di 16ê Tîrmeha 2020an de hewl dabû xwe bikuje. Î. E. yê paşê aşkere kiribû ku Mûsa O. çawişê pispor tecawiz li wê kiriye. Î. E. ya ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin, îro can daye.

Î. E. piştî ku xwestibû xwe bikuje û ew li nexweşxaneyê dihate dermankirin, malbata wê nameya wê dîtibû. Î. E. yê di nameya xwe de gotibû ku çawişê pispor Mûsa O.yî tecawiz lê kiriye.

Malbata Î. E. yê giliyê çawişê pispor kiribû û Mûsa O. heman rojê hatibû desteserkirin. Çawişê pispor di îfadeya xwe de ew tohmet qebûl nekiribûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rapora Tipa Edlî aşkere kiribû ku Mûsa O. yî tecawizî Î. E. yê kiriye. Di encama vê rewşê de Mûsa O. yî îdia kiribû ku dema ew û Î. E. li Sêrtê hatine ba hev ew serxweş bûye.

Biryara “nepenîtiyê” ji bo dosyaya lêpirsînê hatibû dayîn. Çawişê pispor bi tohmeta ku “istismara zayendî ya xurt” kiriye şandibûn ber destê heyeda Dadweriya Silh û Cezayan a Nobedar a Sêrtê lê li vir bi şertê kontrola edlî serbest bûbû. 

Malbata Î. E. yê ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê dabûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin