Civata Ewlehîya NYê ji ber vîrusa korona agirbestekî cîhanî ragehand

Civata Ewlehîya NYê ji ber vîrusa korona agirbestekî cîhanî ragehand

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî jiber şewba vîrusa korona agirbesteke cîhanî ya bo 90 rojan ragihand

A+A-

Bernivîsa ser agirbestê ji alîyê Fransa û endamê demkî Tunusê ve hat hazir kirin û li civata bi 15 endam ve bi yekdengî hat pejirandin.


Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres ser qebûlbûna bernivîsê kêfxweşîya xwe got û bang li dewletên cîhanê kir ku hewilên bo aştîyê du qat zêdetir bikin.


Rêxistina Tenduristîya ya Cîhanê (WHO) di 11’ê Adarê de bo vîrusa korona pandemî ragihandibû û di 23ê Adarê de jî Guterres banga agirbesta cîhanî kiribû lê jiber nîqaşên li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî agirbest çênebûbû.
Operasyonên leşkerî yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ), El-Nusra, El-Qaîde û komên girêdayî wan li derveyî agirbesta cîhanî ne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin