CFWIJ: Li Tirkiyê meha Adarê tundûtîjî li 10 rojnamevanên jin hatiye kirin

CFWIJ: Li Tirkiyê meha Adarê tundûtîjî li 10 rojnamevanên jin hatiye kirin

.

A+A-

Koalîsyona Jinan a Rojnamevaniyê (CFWIJ) ragihand ku di meha Adara îsal de li Tirkiyê herî kêm 10 ronamevanên jin rûbirûyê tûndûtîjî, gefxwarin û destdirêjiyê bûnen û 9 jin jî ji ber karûbarên xwe yên rojnamevaniyê hatine darizandin.

CFWIJê rapora xwe ya meha Adara 2022ê ya derbarê binpêkirinên mafên rojnamevanên jin de li cîhanê belav kir. Di raporê de hatiye diyarkirin ku 2 rojnamevanên jin di dema şopandina şerê Rûsya û Ukraynayê de hatine kuştin û 11 jî derketine pêş dadwer.

Li gor raporê di Adara 2022ê de li cîhanê herî kêm 33 rojnamevanên jin ber karên xwe yên rojnamevaniyê rûbirûyê tûndûtîjî, gefxwarin û destdirêjiyê bûne, ku 10 ji wan li Tirkiyê bûne.

Di raporê de ameje bi wê yekê jî hatiye dayîn ku di Adara îsal de li seranserê cîhanê 11 rojnamevan ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê û nûçeyên belav kirine derketine pêş dadwer û hatine darizandin ku 9 ji wan jî bi heman awayî li Tirkiyê bûne.

Di raporê de binpêkirinên dijî beşek rojnamevanên jin li Tirkiyê wiha hatine diyarkirin:

-Rojnamevaneke jin dema nûçe dişopand, ji aliyê hevpîşeyên xwe ve rûbirûyê cudakariyan bûye. Rojnamevan Îzel Sezer ku "Meşa Şevê ya Femînîstan" a bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar li Stenbolê dişopand, ji aliyên hevpîşeyên xwe yên mêr û polîsan ve bi hinceta kerta wê ya çapemeniyê nîne hat astengkirin ku karê xwe bike.

-Rojnamevana bi navê Sedef Kabaş ku bi tohmeta “sivikatîkirina bi serokkomar” 49 rojan girtî mabû di yekem rûniştina dozê ya di 11ê Adarê de hat berdan. Lê bi tohmeta ku “sivikatî bi serokkomar kiriye” bi 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin.

-Bo Rojnamevana bi navê Eylem Keleş ji ber parvekirinên wê yên berî 7 salan bi hinceta “sivikatîkirina bi serokkomar” bêyî ku parastina wê bê wergirtin salek û 2 meh û 17 roj cezayê girtîgehê bo wê hat dayîn.

-Li ser doza qerebûyê ku ji ber nûçeyekê derbarê rojnamevan Çigdem Toker hatibû vekirin biryar hat dayîn. Rojnamevana navborî di rûniştina dawî ya 31ê Adara 2022ê de bi 30 hezar lîre cezayê pere hat cezakirin.

-Ji ber parvekirinên hesabekî medya civakî ku ne ya wê ye bi hinceta “propagandaya rêxistinê” derbarê edîtora Jinnewsê Berîtan Ozer de doz hat vekirin û bi 5 sal cezayê girtîgehê tê darizandin. Yekem rûniştina doza rojnmevana navborî 31ê Adara 2022ê hat kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin