Bi hezaran koçberên Sûriyê ji Tirkiyê hatine derxistin

Bi hezaran koçberên Sûriyê ji Tirkiyê hatine derxistin

Li Tirkiyê karvedanên li ser şandina koçberên Sûriyê, berdewam dike.

A+A-

Li Tirkiyê karvedanên li ser şandina koçberên Sûriyê, berdewam dike.

Dezgehên fermî radigihînin tenê kesên qaçax yaxut yên qeyda wan nîn e ji bajaran derdixin û dişinin kampan, lê belê sazî û dezgehên sivîl dibêjin, li gel kesên qaçax, koçberên destûra runiştinê wergirtine jî tên dersînorkirin ber ev herêmên şer. Nûnerên dezgehên sivîl, bi belge û delîlan mirina koçberek Sûriyê ku hatiye dersînorkirin nîşan dide û balê dikêşînin ser metirsiya jiyana koçberan.

Înîsîyatîfa Pêkvejiyanê û Komeleya Mafên Mirovan li Stenbolê raporeke li ser koçberan amade kirin û li gor vê raporê hejmareke zede koçberên qeyda wan li Tirkiyê hene tên şandin Sûriyê û bi mirinê re rû bi rû dimînin.

Herwiha Endamê Înîsiyatîfa Pêkvejiyanîê Eyup Ozer jî  dibêje: “Li gel koçberên neqeydkirî yên qeyda wan hene jî ku tê da gelek jin û zarok û nexweş hene ji Tirkiyê hatine şandin bo Sûriyê. Gelek Sûriyeyî serî le me dan û ji me re qala dersînorkirina merivên xwe dikin. Koçberek ku qeyda wî heye, bo dermankirinê sewqî Stenbolê tê kirin lê li nexweşxaneyê tê desteserkirin û tê şandin Sûriyê, aqibeta wî nayê zanîn. KEsek bi navê Hîşam piştî tê dersînorkirin li ser sînor tê kuştin.”

Herwiha Seroka Komeleya Mafên Mirovan a li Stenbolê Gulseren Yolerî jî dibêje: “Asayîşa Tirkiyê bi koçberan bi zorê kaxiz dide îmzekirin da ku dersînor bikin ev kiryareke hiqûqî nîn e. TIrkiye ku li gor rêkeftina penaberan a Cenêvê tenê ji kesên Ewropayê tên re statuya penaberiyê dide lazim e ji bo kesên her welatan tên statuya penaberiyê bide.

Li aliye din rayedarên Tirkiyê amaje bi wê yekê dikin ji koçberan tu kes dersînor nekirine lê li gor rapora saziyên sivîl tenê ji deriyê sînorê Bab Al Hawa ku bixwe eşkere dike di meha Tîrmehê de 6 hezar û 160 Sûriyeyî hatine dersînorkirin.

Ji destpêka şerê navxwe li Sûriyê heta aniha nêzîkî 5 milyon penaberên Sûriyê li Tirkiyê bi cî bûne. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin