Bi beşdarîya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk herdumalên Karahanan lihevhatin

Bi beşdarîya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk herdumalên Karahanan lihevhatin

.

A+A-

Li gundê Bizdoxana Dêrikê, di cotmeha 2020an de ku di esnaya şîna pismamekî wande di navbera du malên Karahanan de pevçûn derketibû û hêlekê bi sîlehan êrîş kiribû û sê kes birîn bûbûn. Li dû vê meseleyê di navbeyna herdumalên Karahanan de nexweşî dijayetî çêbibû.

Piştî gelek hewildayinan û bi erêkirina herdualiyên Karahanan, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçalîk ji bo lihevhatina wan ket dewreyê.

Li ser dîtin û pêşnîyarên Eyup Alacabeg ku ew yek ji kesên li herêmê tênasîn e û herweha endamê Meclîsa PAKê ye, teva heyeteke ku ji Mustafa Özçelik, Hatip Özer, Sînan Ektiren û Ahmet karahan -ku di malbata Karahanan de merivekî bijarte ye- hat pêkhanîn.

Di dawîya hevdîtinên ji sê mehan û vir de ku ji alîyêheyeta bi serokayetîya Mustafa Özçelik ve dihat meşndin gihaşt encama lihevanîna herdumalên Karahanan.

Di roja 25.01.2021 de, li gundê Bozdoxanê bi beşdariya li dor sed kesên ji malbata Karahanan û Eşîra Mehmûdan û her weha heyeta navbênçî (Mustafa Özçelîk, Hatip Özer, Sinan Ektiren û Ahmet Karahan) xwarineke lihevhatinê hate dayin. Di heman demê de serokê Teşkîlata PAKê yê bajarê Mêrdînê Bedran Acar, rêvebir û endamên meclîsa partiyê Eyup Alacabeg, Şêxmus Unal, Omer Erdem, Osman Çeper û Mustafa Doran jî amade bûn.

Di destpêka Xwarina Lihevhatinê de li sernavê heyeta lihevkirinê Mustafa Özçelîk axifî.

Di axaftina xwe de Mustafa Özçelîk bal kişand ser pirsgirêkên di navbeyna malbat û eşîran de ku berî mesele bigihêje şer û pevçûnê gelek giringe ku bi rêya danûstandin û hevdîtinan were çareserkirin. Loma jî herdu aliyan ev rê ji me re vekir, îradeya xwe teslî me kir û bi vê kirina xwe karê me hêsantir kir ku em îroj li vê derê bigêjin vê encamê.

Mustafa Özçelik sipasiya herdualiyên Karahanan kir ku biryara Heyeta Lihevkirinê qebûl kirine û ew neşkenandine. Û bawerîya xwe anî zimanî ku dê ji niha û pê ve ev lihevkirin bihêztir berdewam bibe.

Li ser navê herdualiyên Karahanan Erol Karahan û Enwer Karahan jî her yekî bi axaftineke kurt kir û lihevhatina di navbera xwe de îlan kirin û destên xwe dan hevdu.

Piştî xwarinxwarinê jî meleyê gund di derbarê aştiyê de çend gotin kirin û bi xwendina fatîheyekê dawî li civînê hat.


-002.jpg2-138.jpg3-132.jpg4-103.jpg5-080.jpg6-060.jpg7-047.jpg8-041.jpg9-041.jpg10-033.jpg8-042.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin