Beşar Esed şert û mercên hevdîtina bi Erdogan re eşkere kir

Beşar Esed şert û mercên hevdîtina bi Erdogan re eşkere kir

.

A+A-

 Serokê Sûriyê Beşar Esed piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Rûsyayê re di hevpeyvînekê de ligel ajansa RIA Novosti ragihand ku ew amade ye tenê piştî vekişîna hêzên Tirkiyê ji Sûriyê, ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive.

Serokê Sûriyê li ser pirseke ajansa Rûsî ya derbarê mijarê de got,  “Herçend hevdîtina ligel Erdogan; ev yek bi gihiştina wê qonaxê ve girêdayî ye ku divê Tirkiye bi rengekî zelal û bê dudilî ji bo vekişîna tam ji axa Sûriyê, ji rawestandina piştgiriya ji terorê re; û vegerandina rewşê bo rewşa berî destpêkirina şer li Sûriyê re amade be. Ev yekane bijarde ye ku hevdîtina min û Erdogan tê de pêk were.”

Serokê Sûriyê axaftina xwe bi pirseke retorîkî wiha berdaw kir, “Bi ser de jî, qîmetê civîneke wiha çi ye, û çima divê pêk were; ku ji wê yekê encamên dawî ji bo şerê Sûriyê dernekeve?” Bi gotina Esed, Tirkiye bi piştgirîkirina wan rêxistinên ku Şam wek terorîst dibîne, û bi xistina tevgerê ya hêzên xwe di nav axa Sûriyê de, roleke nerênî di şerê Sûriyê de lîstiye.

Beşar Esad herwiha got, “Ji bo me Tirkiye dewleteke dagirker e.” Beşar Esed di vê mijarê de amaje bi rola Rûsyayê kir û got: “Rûsya bi berdewamkirina peywendiyên xwe yên baş ligel herdu aliyên Sûriyê û Tirkiyê, roleke girîng dibîne.”

Esed dibêje, “Em baweriya xwe bi aliyê Rûsî tînin, ji ber rola wê ya navbênkariyê di asankirina van peywendiyan de. Ji xwe Rûsya siyaseta xwe ya navbênkariyê li ser bingehên wek: rêzgirtina li yasayên navdewletî, naskirina serweriya dewletan; redkirina terorê; rêzgirtina li yekparçeyiya axa Sûriyê û serweriya dewleta Sûriyê li ser axa wê; herwiha pêwîstiya vekişandina hêzên çekdar ên biyanî yên ne rewa ji Sûriyê dimeşîne.”

 

ÇAVKANÎ: RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin