Beşa lezgîn û nêzîkatiyên gel

Beşa lezgîn û nêzîkatiyên gel

.

A+A-

Eser Çetin

Mirov bi gotina doktorê xwe bike bes e. Carinan ji derdê van daxwazên mobîngîze û zêde serûm li nexweşxanê kêm dikeve û têra nexweşên rastîn nake.

Di vê nivîsê de ez ê yekser li ser nexweşiyekê nenivîsim. Ez dixwazim li ser çend xalên girîng ên di beşa lezgîn, acîlê de diqewimin bisekinim. Em li van xalan miqate bin hem ji bo tedaviya nexweşan û hem jî ji bo kedkar û xebatkarên tenduristiyê wê her tişt baştir bibe.

LI CEM ME REWŞ GELEK CÛDA YE

Jixwe navê wê jî li ser e. Beşa lezgîn, beşa acîl, beşa akut… Kesên ku bi rastî jî hewcedariya wan ji lênêrînek lezgîn hebe û nexweşên giran divê herin vê beşê. Kesên gazinên wan ji nişka ve dest pê kirine û li wan giran dike, kesên travmayê derbas dikin, kesên dikevin xwarê, kesên verşî û emel, zikêşê zor dabe wan, kesên dereke wan ji nişka ve dikeve ber wan, kesên tiştek bi wan vedide, kesên alerjiya giran derbas dikin, kesên bêhna wan diçikin û hwd… Lê li cem me mixabin rewş gelek cûda ye.

Bi sedemên pir balkêş û bi hînbûneke şaş mirov bi piranî berê xwe didin beşên lezgîn û hem neheqiyê li nexweşên bi rastî jî lezgîn in dikin û hem jî barê xebatkarên tenduristiyê zêde dikin. Ez li ser meselê pê de herim û hinek zelaltir bikim.

JI BO NIVÎSÎNA DERMANAN HEWCEYE MIROV HERE CEM DOKTORÊ XWE

Li ser meselê pir kes ji bo dermanên xwe binivîsin tên beşa lezgîn. Dermanên wan ên herdem dixwin an jî yên ji bo nexweşiyên kronîk… Tew pir î caran bêyî ku nexweş hebe zarok, nevî an jî merivekî nexweş tê daxwaza nivîsandina dermanan ji doktorên beşa lezgîn dike. Ev ji binî ve tiştekî şaş e. Ji bo nivîsîna dermanan hewceye mirov here cem doktorê xwe yê malbatê an jî ku hebe biçe polîklînîkê. Ji kerema xwe nehêlin mirov êdî têkevin vê kêmaniyê û bîlasebeb bila beşên lezgîn neyên mijûlkirin.

Mijarek din a pir girîng jî meseleya serûmê ye. Belê serûm! Atom. Dopîng. Serûmên sêrbaz. Serûmên storyên medyayê.

Pir mirov ji bo serûmekê li xwe bixe diçin beşên lezgîn ên nexweşxaneyan. Bi piranî jî ne nexweşên giran in. Mirov bi şewbê, grîbê ye lê bi dilrehetî tê daxwaza serûmê dike. Çi zanim, ji polîklînîkê muayene bûye û derman jê re hatine nivîsandin jî dîsa tê dibêje serûmekî li min bixe mamoste. Tew dermanên xwe jî naxwe ha… Meseleyên bi vî rengî pir hene. Divê wekî civak em li hemberî vê şaşiyê bisekinin. Ji bo kesên ku hewcedariya wan pê hebe doktorên wan ji xwe serûm be, derzî be, tetkîk û û tahlîl bin, filîm bin… Tedawiya wan dide wan û ji bo teşhîsa wan rêyekê dide ber xwe, pêşniyaran dike.

MIROV BI GOTINA DOKTORÊ XWE BIKE BES E

Mirov bi gotina doktorê xwe bike bes e. Carinan ji derdê van daxwazên mobîngîze û zêde serûm li nexweşxanê kêm dikeve û têra nexweşên rastîn nake. Ez bawer im em ê bêtir bala xwe bidin vê mijarê û rewşê baştir bikin.

Mijarek din jî kesên bi rojan gazinên wan hene ye. Belê bi rojan gazinên wan hene lê derengê şevê hema bi carê re diçin beşa lezgîn. Hewce ye ew kes herin polîklînîkê. Baldarî û zanîn divê li nava gel belav bibe û em nexweşên rastîn ên lezgîn, acîl ji xizmeta tenduristiyê mehrûm, bêpar nehêlin ango em heqê wan nexwin.

Bi bawer im ji bo dîtina rewşa giştî min çarçoveyek diyar kir. Ne hewce ye em mijarê zêde veçirînin û bi mînakên din zêde dirêj bikin. Bi hêviya ku hewcedariya kesî bi beşa lezgîn nemîne, demxweş.

Çavkanî: Gazete Duvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin