Bafil Talebanî: Kerkûk ji bo me hêla sor e û ‘Qudsa Kurdistanê’ ye

Bafil Talebanî: Kerkûk ji bo me hêla sor e û ‘Qudsa Kurdistanê’ ye

.

A+A-

 Hevserokê YNKê Bafil Talebanî li Kerkûkê ragihand, “Kerkûk ji bo YNKê hêla sor e û wek ku Serok Mam Celal gotiye, `Qudsa Kurdistanê` ye.”

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî roja yekşemê, 26/09/2021, serdana Kerkûkê kir û li gel serkirdayetiya partiya xwe civiya.

Li gor daxuyaniya ofîsa YNKê, Bafil Talebanî di civînê de, bi hûrî giftugo derbarê hilbijartinên parlamentioya Iraqê û “serxistina Hevpeymaniya Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê û mekanîzmayeke zêdetir a xizmetkirina Kerkûkiyan û rêkxistineke aktîv li wê parêzgehê kir.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, serkirdayetiya YNKê ya li Kerkûkê raportek li ser hemû hevkêşe, pirsên siyasî û emnî, rewşa Kurdan li herêmê û helmeta serxistina Hevpeymaniya Kurdistanê ragihand û Bafil Talebanî gotarek derbarê rewşa giştî pêşkêş kir û amaje bi “siyaseta nû ya YNKê kir ku rengvedana siyaseta real û berjewendiyên giştî ye.”

Bafil Talebanî li ser rewşa Kerkûkê got, “Kerkûk ji aliyê YNKê ve hêla sor e û wek ku Serok Mam Celal gotiye, `Qudsa Kurdistanê` ye. Xizmetkirina Kerkûk û Kerkûkiyan, dê ji pêşîneyên xebata me be û her hewleke me bo wê ye ku  taybetmendî û Kurdbûna Kerkûkê biparêzin.”

 

Hevserokê YNKê Bafil Talebanî li Kerkûkê

Hevserokê YNKê diyar jî kir, “Rast e di encama referandûmê de û ji ber wernegirtina pêşniyaza welatên dost, me ziyaneke mezin dît, lê em bêhêvî nebûn û YNKê tenê kêliyekê jî Kerkûkî bicîh nehiştin ku ev berpirsyariya dîrokî û netewî ya me bû û di pêşerojê de jî em dê her li vir bimînin û xizmet bikin.”

Di dewama gotinên xwe de Hevserokê YNKê got, “Erkê serkirdayetiya Kerkûkê ye jî parêzerê rasteqîn ê pêkanîna daxwazên Kerkûkiyan bin, zêdetir li nav xelkê bin û xizmeta bajar bikin.”

 

Hevserokê YNKê Bafil Talebanî li Kerkûkê

Li ser karên rêxistin, organ û navendên YNKê jî Bafil Talebanî, berçavroniyek da amadebûyan û hêlên giştî yên hizbî di çend astan de zelal kir ku kar li ser bê kirin.

Bafil Talebanî li ser Hevpeymaniya Kurdistanê û serxistina berbijêrên wê jî, da zanîn, “Serkeftina Hevpeymaniya Kurdistanê li Kerkûkê, garantiya parastina Kurdbûna bajar e û pêkvejiyana hemû netewe û pêkhatan e, di wê derbarê de, pêwîst e hemû hewlek bê dayîn bo ku li Kerkûkê em bibin yekem û Hevpeymaniya Kurdistanê bibe pêşenga berdewam a xizmetkirina Kerkûk û Kerkûkiyan” û di wî warî de Bafil Talebanî piştrastiyê dide ku “Di vê wêstgeha serkeftinê de jî pişka mezin bi ber Kerkûkiyan dikeve û wek her dem em dê di rêzên pêşiyê yên dengdanê de dibin û hevpeymaniya xwe biserdixin.”

 

Hevserokê YNKê Bafil Talebanî serdana Kerkûkê kir

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye, di wê civînê de çendîn pirsên din ên girêdayî Kerkûkê hatin gotûbêjkirin û “nirxandina pêwîst bo hat kirin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin