Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin

Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya  DEVA Alî Babacan, di 1'emîn kongreya Asayî ya Aksarayê de axivî û destnîşan kir ku ji ber Serokê Banka Navendî yê berê Naci Agbal hesabê 130 milyar dolarî pirsî û got "130 milyar li ku ye?" ji peyvirê hatiye avêtin. 
 
Serokê Giştî yê Partiya DEVA Ali Babacan, di 1’emîn kongreya asayî ya Navçeya Aksarayê de axivî û bal kişand ser dûrxistina Serokê Banka Navendî yê berê Naci Agbal. Babacan, destnîşan kir ku ew brokratekî ku kevneşopiya dewletê dizane û wiha got: "130 milyar dolarê Banka Navendî herimandin. Ji ber ku Agbal ket şopa hesabê vê yekê û got "130 milyar dolar li kuye?" ji peyvirê hat avetin. Agbal got “130 milyar bi kuve çû?" Tê gotin ku ji ber vê yekê ji peyvirê hatiye girtin. Raste an ne rast e em nizanin. Lê ku rast be ez şaş nabim. Gotin em ê bi faîzê enflasyonê daxin. Lê herdu jî zêde kirin. Hem faîz û hem jî enflasyon zêde kirin." 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin