AYM’ê îdianameya HDP’ê îade kir

AYM’ê îdianameya HDP’ê îade kir

.

A+A-


Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) doznameya derbarê girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku du hefte berê ji wan re hatibû şandin, bi paşde vegerand û îadeyî serdozgeriyê kir.

Hat ragihandin ku dadgerên AYMê bi rojeva doznameya HDPê civiyane û piştî yekem lêpirsîna li ser doznameyê biryar dane ji bo kêmasiyên wê bên rastkirin bi paşde bo serlêder re bê şandin.

Hêjayî gotinê ye, piştî serdozgeriya daraza Tirkiyê kêmasiyan temam bike wê car din ji AYMê re bişîne û wê demê biryar li ser qebûlkirin yan jî qebûl nekirina doznameya girtina HDPê tê dayîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin