AMNESTY: Li Îranê 106 xwepêşander hatin kuştin

AMNESTY: Li Îranê 106 xwepêşander hatin kuştin

Roja sêşemê 19.11.2019an Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (AMNESTY International) di raporekî xwe de ragihand ku di xwepêşandên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 106 kes hatine kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rêxistina AMNESTY derbarê derbarê xwepêşandên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de daxuyanîyek belav kir û têde ragihand ku li 21 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 106 kes hatine kuştin.

Herwiha, AMNESTYyê bal kişandîye ser wê yekê ku li gor wan raportên li ber destê wan hene dibe hejmara kuştîyan gihîşte be 200 kes jî lê heta niha ev yek nehatîye piştrastkirin.

Li gor daxuyanîya AMNESTYyê  li parêzgeha Kirmaşanê 30 kes, li Sineyê 10 kes,  li Urmîyê 4 kes,  li Xuzistanê 35 kes,  Tehranê 9 kes,  li parêzgeha Farisê 6 kes,  Li parêzgeha Elburzê 4 kes, li Kirmanê û  Îsfehanê her yekê kesek hatine kuştin.

Di derbarê girtî û birîndarên xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de de AMNESTYyê ragihandîye, bi sedan xwepêşander birîndar bûne û herwiha, bi hezaran xwepêşander ji alîyên hêzên ewlekarîyê ve hatine girtin.

Xwepêşandan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dikin. Li bajarên mezin ên Îranê weke Tehran, Tewrêz, Isfehan û Şîraz, Kerec Zahîdanê berdeam dikin.

Hikûmeta Îranê, bihayê benzînê ji 1000 tûmenî bo 3000 tûmenî zêde kir. Xelk ji bo nerazîbûna xwe derbirin 4 roj in li kolanan in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin