Amerîka: Em ê piştgirîya operasyona Tirkîyê nekin

Amerîka: Em ê piştgirîya operasyona Tirkîyê nekin

Qesra Spî ya DYAyê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) eşkere kirîye ku Tirkîye dê di demekê nêzîk de li Rojavayê dest bi operasyonekê bike lê Amerîka dê piştgirîya wê operasyonê neke.

A+A-

Navenda Nûçeyan

 

Qesra Spî ya DYAyê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) eşkere kirîye ku Tirkîye dê di demekê nêzîk de li Rojavayê dest bi operasyonekê bike lê Amerîka dê piştgirîya wê operasyonê neke.

Berdevkê Qesra Spî, Stephanie Grishamî daxuyanîyek weşandiye û dîyar kirîye:

“Tirkîye dê didemekê kurt de li rojhilatê Sûrîyê dest bi operasyonekê bike ku ji mêj ve ye plana vê yekê kiribû.

“Hêzên DYAyê dê nebe beşeka operasyonê an jî piştgirîya wê neke. Hêzên Amerîkayê yên ku Xelîfetî têk bir dê li herêmê nemîne.

“Amerîkayê guvaş çêkir ku Fransa, Almanya û welatên dî yên Ewropayê endamên DAIŞê (yên welatîyên xwe) li welatî vegerîne. Lê wan dewletan ew yek nekirin.

“Êdî berpirsa endamên DAIŞê yên ku di van du salên dawîyê de hatine girtin Tirkîye ye.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin