Amerîka 300 leşkeran dişîne Iraqê

Amerîka 300 leşkeran dişîne Iraqê

.

A+A-

Amerîka di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de 300 leşkeran dişîne Iraqê, ku ew leşker dê 9 mehan li Iraqî bimînin û di Tîrmeha 2023an de vegerin Amerîkayê.

Ev leşker ser bi163mîn Firqeya Topxaneya Meydanî ya Pasevanên Niştimanî ya li wîlayeta Îndiyana ne.

Ji sala 2008an ve ev cara yekê ye ku Amerîka ewqas leşker di carekê de dişîne Iraqê.

Aaron Lang ku di pasevaniya niştîmaniya Amerîkayê de fermande ye, ragihandiye ku “her sal hêzên pasevanên niştîmanî li welatan tên bicîhkirin, lê belê berê bi vê hejmarê leşker bo derve nehatine şandin.”

Di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de 85 welat beşdar in.

Fermandarê Amerîkî nedaye xuyakirin ku leşkerên nû dê alîkariya kîjan hêzên li Iraqê bikin, çimku berpirsên Amerîkî amaje bi wê yekê dikin ku ew 300 leşker ji bo alîkariya hêzên emnî yên nav Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê tên bicihkirin.

Li gor medyaya Amerîkayê, leşkerên Amerîkayê bi piranî bi awayekî dilxwaz daxwaz dikin ku biçin welatên din, lê hin caran fermandar leşker û kesên şareza hildibijêrin.

Josep Bakler yek ji wan leşkerên Amerîkî ye ku dê bo Iraqê bihê şandin, ew dibêje pêştir li Japonê bûye û bi guherîna keşûhewayê û dîtina çandeke cuda şok bûye.

Bakler dibêje, “ew leşker berî ku bên şandi, li Amerîkayê hatine perwerdekirin û derbarê Iraqê de gelek tişt ji wan re hatiye gotin.”

Niha li gor rayedarên Amerîkayê bixwe, 2500 leşkerên Amerîkî li Iraqê hene ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî û herwiha Hevpeymaniya NATO de şêwirê didin hêzên Iraqê.

Nayê zanîn bi şandina 300 leşkerên nû dê hejmara leşkerên Amerîkî yên li Iraqê bo 2800 kesan bilind bibe yan jî şandina wan di çarçoveya guhertina hêzê de ye.

Di Kanûna 2021an de Amerîkayê guhertin di erkên hêzên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê de kir û rola wan ji şer û rûbirûbên bo şêwirê guherand. Lê belê berpirsên Amerîkayê paşê ragihandin ku Washington, Rojhilata Navîn naterikîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin