• Diyarbakır 26 °C
  • Batman 25 °C
  • Hakkari 16 °C
  • Şırnak 20 °C
  • Ağrı 17 °C

Amed: Nevîyê Kor Yusif; ”Ew şîfa belav dikin”

Amed: Nevîyê Kor Yusif; ”Ew şîfa belav dikin”
Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê 120 sal e malbata Kor Yusif biharat difroşe.

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê 120 sal e malbata Kor Yusif biharat difroşe. Nevîyê Kor Yusif, Silêman Onur dibêje; ew 120 sal in vî pîşeyê/meslekê dom dikin ev meslek ji kale wî maye. Dermanên ku hatine ceribandin difroşin û ev dibin şîfa ji bo însanan.

Ji tewirên çayan bigre heta tewirên gîyayan û tewirên biharatan her tişt di dikanê de dihên firotin û ev nebat û biharat nexwşîyên; boronşît, zekem, kuxîn, serêş û hwd. baş dikin.

Onur dibêje; nebatên wan %90ê wê ji navçeya Licê ya Amedê tên. Nebatekî ku navê wê botav e ji nexweşîya kezebê û kanserê re baş e; herweha ev derman ji bo rovîyan jî qenc e. Herweha rûnê kendîr ne tenê ji bo nexweşên kanserê ji bo hemû nexweşîyan jî baş e û herweha li ewrûpayê doktor wê di dermankirina nexweşên xwe de bi kar tînin.  

Ev nûçe 553 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din