Almanya: Almanya û Yekîtiya Ewropayê peywendiyên xwe bi Sûriyê re asayî nakin

Almanya: Almanya û Yekîtiya Ewropayê peywendiyên xwe bi Sûriyê re asayî nakin

.

A+A-

Nûnerê Taybet ê Almanya ji bo Sûriyê Stefan Schneck ragihand ku Almanya û Yekîtiya Ewropayê peywendiyên xwe bi Sûriyê re asayî nakin û cezayan li ser Esed ranakin.

Nûnerê Taybet ê Almanya ji bo Sûriyê Stefan Schneck derbarê asayikirina peywendiyên Almanya û Yekitiya Ewropoyê yên bi Sûriyê re li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir.

Stefan Schneck got “Çima Yekîtiya Ewropa û Almanya peywendiyên xwe bi rejîma Sûriyê re asayî nakin û sizayan ranakin?

-Di proseya siyasî û cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî de ti pêşketin çênebûne.

-Hesab ji sûcên şer re tune.

-Ji bo eşkerekirina aqûbeta windayan ti hevkariyek nayê kirin.

-Berdewamkirina binpêkirinên mafên mirovan ên weke girtina keyfî, îşkencekirin û kuştinê.”

Herwiha Schnek di beşeke din a tweeta xwe de wiha dibêje “Em amade ne ku bi asankariya Neteweyên Yekbûyî gav bi gav tevbigerin da ku li Sûriyê pêşveçûnan pêk bînin.”

Li aliyê din piştî vegera Sûriyê bo Komkara Ereban Amerîkayê ragihandibû ku ew li dijî asayikirina peywendiyên bi Sûriyê re ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin