9 termên koçberan ji Yûnanistanê bo Kurdistanê têne vegerandin

9 termên koçberan ji Yûnanistanê bo Kurdistanê têne vegerandin

.

A+A-

Li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî termê qurbaniyên di nav avê de xeniqîbûn, di çend rojên bê de bo Kurdistanê têne vegerandin.

Şêwirmendê li Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Helgurd Saleyî ragihand; li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî termê qurbaniyên di nav avê de xeniqîbûn, di çend rojên bê de bo Kurdistanê têne vegerandin.

Helgurd Saleyî ji K24ê re diyar kir: “Roja înê 21ê Çileya 2022yan şandeke Fermangeha Pêwendiyên Derve li Atînayê serdana Wezareta Karûbarên Penaber û Koçberan a Yûnanistanê kir û di civînê de mijara lipeyçûn û dîtina çarenûsa qurbaniyên bazirganîkirina bi mirovan hat gotûbêjkirin.”

Saleyî destnîşan kir ku di civînê de behsa rêkarên vegerandina termên qurbaniyan hat kirin, ku li ser fermana Serokwezîr biryar e di çend rojên bê de 9 termên ku hatine nasîn, vegerînin Herêma Kurdistanê.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin