5 sal bi ser Komkujiya Şingalê da derbas bûn

5 sal bi ser Komkujiya Şingalê da derbas bûn

Rêxistina terorê DAIŞê di beriya bi pênç salan da êrîşî Şengalê kiribû û nêzîkî 5 hezar jinên kurdên êzdî hatibûn kuştin. 5 sal bi ser komkujiya Şengalê da derbas bûn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 3yê Tebaxê weke “Roja Komkujiya Şingalê nas kir.

A+A-

Rêxistina terorê DAIŞê di beriya bi pênç salan 03.08. 2014an da êrîşî Şengalê kiribû û nêzîkî 5 hezar jinên kurdên êzdî hatibûn kuştin û 200 hezar kurdên êzdî  ji Şengalê derketibûn û bibûn penaber.  5 sal bi ser komkujiya Şengalê da derbas bûn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 3yê Tebaxê weke “Roja Komkujiya Şingalê” nas kir.

Rêxistina îslama tûndrew ya bi nave Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ku armanca wê ya serekî têkbirina proseya serbixwebûna Herêma Kurdistanê û destkeftên Herêma Kurdistanê bû ji aliyê hin dewletan va bi ser Herêma Kurdistanê da hatibû şandin. DAIŞê di 03-08- 2019an da êrîşî Şingalê kir û bi 5 hezar kurdên êzdî kuştin û revandin. Herwiha zêdetir ji 200 hezar kurdên êzdî penaber bûn û li kampên Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê bi cî bibûn.

Rêxistina terorê DAIŞê ya ku piştî dagirkirina Mûsil û gelek deverên din ê yê Iraqê çekên giran yên Amerîkayê bi dest xistibûn êrîşên xwe li dijî Herêma Kurdistanê berfirehtir kiribûn. Bi piştevaniya hin erebên li herêmê DAIŞ ji bilî Şingalê li deverên weke Rebîa, Wankê Sinûnê,Zûmarê bi cî bibû.

Serok Mesûd Barzanî soz da bû kurdên êzdî ku wê rêxsistina terrorîst DAIŞ ji Şengalê bihê derxistin. Bi serfermandariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Pêşmergeyan dijî DAIŞê rawestiyan û di demeka kurt da karîn ew efsaniya DAIŞê bişkînîn. Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li eniyên weke Kerkûk, Dîcle, Mexmûr û Nînowayê zêdetir ji 700 kîlometreyan şerê DAIŞê kirin.

Herwiha derbeya herî giran di 12ê Mijdara 2015an bi Operasyona Şingalê li dayê jê hate dayîn. Bi serfermandariya Serok Mesûd Barzanî û bi beşdariya hêzêke giran a Pêşmergeyan li dijî DAIŞê operasyon da destpêkirin û di nava çend saetan da DAIŞ bi temamî ji Şengal û dorûbera wê hat derxistin.  Herwiha ligel Şengalê DAIŞê li Zummar, Wankê, Rebîa, Sinûnê, çiyayê Şingalê hatin derxistin.

Herî dawî roja pêncşemê 01- 08- 2019an bi minasebeta 5 saliya Komkujiya Şingalê Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdiyan amareke nû ya qurbanî û rizgarbûyên kurdên êzdî belav kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin