Navenda Nûçeyan – Weşanxaneya Zarokan Hîva ji bo ku di van rojên Coronayê de zarok û mezin li mala xwe bin û aciz nebin çîrokan Kurdî dixwînin û li ser kanala xwe ya youtubê û li ser tweeterê parve dikin. Pepûk, Çûçik û Pîrê, Hebîbê Necar çîrokên gelêrî yên ku ji alî Ulku Bîngol hatîye berhevkirin û hatîye xwendin heta niha hatîye weşandin.
Di vê çarçoveyê de Hîvayê jî xebatek daye dest pê kirin û li gor vê her roj ew çîrokek ji bo zarokan dixwînin û wê ji ser hesabê xwe yê Youtube re parve dikin. Çîrokên di Kovara Ronahîyê de di sala 1942 de hatîye weşandin jî wek Şêr û Kêvroşk, Xezna Koseyan, Dîk û Kîso, Şêr û Kîso jî dîsa ji alî Ulku Bîngol ve hatîye xwendin. Her wiha Çîrokek bi navê ‘Xewroşka Welatê Maran’ ya Ulku Bîngol li ser Youtubê heta niha hatîye weşandin.

