Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 90,000 Kes Kuştine

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane 90,000 derbaz kir.

10 Nîsan 2020

Navenda Nûçeyan – Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê vîrusa korona heta niha 94,807 kes kuştine.

Vîrusa korona herî zêde li ser Amerîka, Îtalya û Îspanya bandor çêkirîye.

Ew vîrusa ku di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû li seranserê cîhanê ketîye canê pirtir ji 1,580,000 kesan.