Zanîngeha Rojava online dest bi dersan dike

Zanîngeha Rojava online dest bi dersan dike

Zanîngeha Rojava bi hevkarîya mamosteyên Zanîngeha INALCO ya Fransayê bi awayekî online dest bi dersan dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Zanîngehê li ser malpera xwe li ser vê yekê agahî parve kirîye. Di agahîyê de hatîye gotin ku "Ji bo sûdgirtina ji vê dema karantînayê û mayîna li malê, projeyeke bi navê `Zanîngeha Kurdî ya Online` bi hevkarîya mamosteyên zanîngeha INALCO ya Fransî, beşa zimanan destpê dike.

Perwerde wê bi rêya internetê ji alîyê çend mamosteyên pispor ve bi awayekî online bê dayîn. Mijarên perwerdê wê di der barê ziman, zimannasî û wêjeya kurdî de be."

Perwerdehî 8'ê vê mehê dest pê dike û heta 15'ê gulanê ku Roja Cejna Zimanê Kurdî bidome.

Daxuyanî wisa dibêje; "Piştî ku semîner bi awayekî online hatin dayîn di dawîya perwerdeyê de her kesa/ê ku beşdar bûye wê lêkolînekê pêşkêş bike. Kesên ku lêkolîna wan bê pejirandin wê belgeya (certificat) bidawîkirina vê perwerdeyê bidest bixin. Waneyên ku bêne dayîn wê di asta pisporîyê de bin û bi awayekî akademîk bêne pêşkêş kirin."

Her wiha dersên dê bêne dayîn û kesên ku dê dersan bidin jî wisa rêz kirine:

- Zimannasî û Ferhenga Kurdî : Michael Chyet (Washington)

- Wêjeya Klasîk: Michiel Leezenberg (Amsterdam)

- Mîtolojî û felsefe: Michiel Leezenberg

- Zimannasî û Fonetîka Kurdî : Abdilwehab Xalid Mûsa (Dihok)

- Etnopsîkolojî û trawma: Jan Îlhan Kizilhan (Stuttgart)

- Medya û Civak: Janroj Yilmaz Keleş (London)

- Sosyolinguistîk an zimannasî û civaknasî: Cafer Şeyxulislam (Toronto)

- Wêjeya Kurdî ya Modern (sedsala 21): Dawid Yeşilmen (Essen)

- Wêjeya Kurdî (heta sala 2000) Îbrahîm Seydo Aydogan (Parîs)

- Zaravayên kurdî, Zazakî û Kurmancî: Hacer Petekkaya (Qamişlo)

- Sosyolojî, Antropolojî û Wêje : Serdar Ay, Adnan Çelik (Paris)

- Wêje û Wêjeya Kurdî : Joanna Bochenska (Krakovie)

- Metodolojî û lêkolînên zanistî : Îbrahîm Seydo Aydogan (Paris)

- Zimannasîya Kurdî : Îbrahîm Seydo Aydogan (Paris)

Li alîyê din hatîye dîyarkirin ku hin mêvanên din jî dê hebin ku carê ew ê xebatên xwe pêşkêş bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin