Zohran Mamdani bû yekem şaredarê Misilman ê New Yorkê

.

 Namzedê Demokratan Zohran Mamdani bû Serokê Şaredariya New Yorkê.

Li gorî pêşbîniya Ajansa Associated Pressê (AP), ew bû yekem Misilman û Asyaya Başûrî ku vî postî werdigire.

Mamdaniyê 34 salî, namzedê serbixwe û parêzgarê berê yê New Yorkê Andrew Cuomo û namzedê Komariyan Curtis Sliwa têk birin.

Ev serkeftin ji bo baskê pêşverû yê Partiya Demokrat wekî “serkeftineke dîrokî” tê dîtin.

"Îşev şeva wan bû”

Cuomo pîrozbahî li Mamdani kir û di mîtînga şeva hilbijartinê de anî ziman:

"Îşev şeva wan bû û dema ku ew bên ser karê xwe, em hemû dê bi her awayî alîkariyê bikin."

Mamdaniyê ku wekî sosyalîstekî demokrat tê naskirin, kampanyayeke li ser bingeha erzanî û xizmetên civakî meşand.

Wî soza otobusên belaş, lênêrîna gerdûnî ya zarokan, firoşgehên xwarinê yên bajêr, xaniyên bi kirêya stabîl û planek ji bo bilindkirina mûçeyê herî kêm da ku heta 2030î serê saetekê 30 dolar be.

Divê were gotin ku ev mûçe niha 16,50 dolar e.

Wî her wiha soz daye ku eger Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bikeve bajêr, ew dê fermanê bide Polîsê New Yorkê (NYPD) ku wî bigire û wî biryarnameya girtinê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya li dijî wî ya ji ber tawanên şer ên li Xezeyê wekî sedem nîşan da.

Encumena Pêwendiyên Amerîka-Îslamê (CAIR) ragihand ku serkeftina Mamdani ji bo Misilmanên Amerîkayê "werçerxaneke dîrokî" ye.

CAIRê di daxuyaniyekê de got, "Şiyana Şaredarê Hilbijartî Mamdani ya ji bo serkeftinê, tevî ku wî bi eşkereyî mafên mirovan ên Filistîniyan parastin û rastî gelek êrişên nefreta dij-Misilmanan hat, di heman demê de redkirineke dîrokî ya hem Îslamofobî û hem jî nijadperestiya dij-Filistînî ya di siyasetê de nîşan dide."

"Em pesnê xwendekarên zanîngehê didin”

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, "Em pesnê xwendekarên zanîngehê û ciwanên din ên li Bajarê New Yorkê didin ku tenê bi salekê piştî ku ji ber protestokirina jenosîda li Xezeyê hatibûn reşkirin û hovîtî li wan hatibû kirin, wan alîkariya hilbijartina şaredarekî kir ku bi dengekî bilind li dijî wê jenosîdê derdikeve û piştgiriya mafê protestoya aştiyane dike."

Kurdistan Haberleri

Li Tehranê metirsiya mezin: ‘Tenê têra 2 hefteyan ava me maye’
DW: Berpirsê PKKyê yê Hamburgê hat desteserkirin
Koşka Spî: Serok Trump dê duşemê bi Ehmed Şer re bicive
Şirketeke Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê ofîsa xwe vekir
Putin Madalyaya Puşkin da zanayê Kurd Reşad Mîran