Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin

.

 Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal çalakkirina parlamenê û avakirina kabîneya nû ya hikûmetê wekî pêdivîtiyeke girîng dibîne û daxwazê ji aliyên siyasî dike ku ji nêzîk ve ligel hev dest bi danûstandinan bikin.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal îro (Sêşem, 30ê Hezîrana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ev rewşa ku niha em tê de dijîn bitirs e û li ser serê hemî aliyan metirsîdar e.”

Zîrek Kemal tekez jî kir: “Ji bo derbazkirina Herêma Kurdistanê, destkeftiyên serhildanê û ezmûna Herêma Kurdistanê ji van metirsiyan, di vê qonaxa metirsîdar de divê em vegerin ser hîkmeta pêkve-karkirinê û diyaloga hevpar.”

Navborî rexne li partî û aliyên siyasî girt, ku çima ji nêzîk ve danûstandinan nakin û bi rêya medyayê peyaman ji hev re dişînin. Wî herwisa got: "Ewqasî ku partî û aliyên siyasî di medyayê de ligel hev diaxivin, ji nêzîk ve nakin, lewma divê danûstandinên li ser medyayê bi dawî bibin û alî li ser bingehên hevpar û nîştimanî pêkve diyalogê bikin."

Di derheqa çalakkirina parlamenê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî, Zîrek Kemal ragihand: "Divê parlamen bê çalakkirin û hikûmet bê avakirin, daku bikare zêdetir xizmetê pêşkêşî welatiyan bike û bibe rengvedana hilbijartinan."

K24

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand