Zîndaniyê Kurd Qasim Abiste li Îranê Tê Darvekirin

.

Li gorî raporta Rêxistina Mafên Mirov ya Îranê “Hengaw”, Qasim Abiste, girtiyê olî yê Kurd yê xelkê Mehabadê, piştî derbaskirina 14 salan di zindanê de, li girtîgeha Qizilhasar ya bajarê Kerecê bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin.

Abiste û çend çalakvanên din yên oldar yên Kurd bi tawana kuştinê hatin tawanbar kirin, Qasem û 6 çalakvanên din yên ji Mehabad û Seqizê, bi socên din yên weke “hewldan li dijî ewlehiya netewî”, “propaganda dijî rejîmê”, “endamtiya komên selefî” û “bilavkirina fesadê li ser erdê” hatin tawanbar kirin û fermana sêdaredanê ji wan re hat dayîn.

Tora Mafên Mirov ya Kurdistan, girêdayî fermana darvekirina wan çalakvanan dibêje “Di Hezîrana 2018’an de, şaxê Dadgeha Bilind ya cezayên darvekirinê yên ku salek berê ji aliyê Şaxa 28’an ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve li ser wan girtiyan hatibû dayîn, ji ber kêmbûna delîlan hatbû red kirin.”

Li gorî Navenda Mafên Mirovan, Dadgeha Bilind ji ber zextên Îdareya Îtilaata Urmiyê, neçar ma ku cezayê darvekirinê bide wan 7 girtiyên sunnî.

Li gorî Hengaw, Abiste di heyama 14 salên zîndana xwe de rastî nexweşiya penceşêrê hatbû, û ji bo şermezarkirina rewşa xwe ya tenduristiyê çend caran dest bi gireva birçîbûnê kirîbû.

Jêder: Hengaw/VOA

Kurdistan Haberleri

Ji bo Kirmanckî gava standardkirinê: Zêdetirî 600 terman hatin qeydkirin
Ebdulsetar Mecîd: Helwesta herî baş vekişîna ji Parlamentoya Kurdistanê ye
Cilên Kurdan û strana Kurdî xalîçeya sor a Venedîkê xemiland
Avan Cemal: Ez dixwazim cîhan asta karê Kurdan bibîne
Şeşo: Îraqê mehekê dem daye komên girêdayî PKKê ku ji Şengalê derbikevin