Zinara Erebî ku hinek kes Kembera Erebî jî jê re dibêjin, projeyeke nijadperest û projeyeke Beasiyan e ku beriya 52 salan li Rojavayê Kurdistanê, sala 1974an pêk hat lê plana wê sala 1965an hate danîn.
Di dîroka Sûriyeyê ya nû de projeya herî nijadperestir e ku li dijî Kurdan hatiye kirin.
Armanca wê projeya Beasiyan ew bû ku axa Rojavayê Kurdistanê dagir bikin û hebûna gelê Kurd a li ser axa bav û kalên wan tune bikin.
Kembera Erebî berdewamiya projeya serjimêriya sala 1962yan bû ku tê de zêdetirî 120 hezar Kurd li parêzgeha Hisîçayê ji mafê welatîbûnê bêpar man.
Rejîma Beasê, 4 hezar malbatên ji eşîrên Ereban ên Reqa û Tebqayê li 41 gundên Kurdan ên li parêzgeha Hisîçayê ji Dêrikê heta Serê Kaniyê bi cih kirin.
Ji wan Erebên ku niha di erdên Kurdan de ne li herêmê gelek nav ji wan re tên gotin wekî Erebên Xemir, Xemir, Mexmûrî û Erebên hawirde.
Ev demeke Erebên Xemir dest bi firotina wan erdan dikin ku ew erd di rastiyê de erdên Kurdan in.
Endamê Komîteya Herêmî ya PDK-Syê yê Dêrikê Ehmed Sofî ku derdora 800 donim erdên wan di destê Erebên Xemir de ye bû mêhvanê Bultena Rojava ya Tora Medyayî ya Rûdawê û behsa metirsiya kirîn û firotina wan erdan kir.
Rûdaw: Hîn Erebên hawirde erdan difroşin?
Ehmed Sofî: Pêvajoya firotina erdên Kurdan a ji aliyê Erebên Xemir ve didome, zeviyên bav û kalên Kurdan niha di destê wan Ereban de ne. Ew zevî beşeke Kurdistanê ne, bêyî îradeya gelê Kurd tevlî nava xaka Sûriyeyê bûn. Armanca wê pêvajoyê parçekirina Kurdistanê ye, me nedigot Bakur û Rojavayê Kurdistanê, me digot Serxet û Binxet. Ez dikarim bibêjim ku ji sedî 90ê erdên Kurdan ên ku di destê Mexmûriyan de ne hatine firotin. Bazirganên şer wan erdan dikirin.
Rûdaw: Ew kesên ku erdan ji Erebên Xemir ango Mexmûriyan dikirin Kurd in?
Ehmed Sofî: Piraniya kesên ku wan erdan dikirin Kurd in, her wiha kesên ku dixwazin pereyên xwe spî bikin wan erdan dikirin. Bila ew kes zanibin ku ew bazirganên şer in. Piraniya wan jî Kurd in. Hinek kes dixwazin bi navê bazirganan wan erdan bikirin.
Rûdaw: Rêveberiya Xweser rê dide ku Erebên Xemir wan erdan bifroşin?
Ehmed Sofî: Rêveberiya Xweser beriya çend salan biryar dabû ku nabe ew erd bên firotin lê mixabin niha çavê xwe ji wê pêvajoyê re girtiye. Ji ber wê yekê ev pêvajo didome. Erebên Xemir ji sala 1974an ve li herêma me dimînin lê tevlî civaka Rojavayê Kurdistanê nebûne. Ew dizanin ku dê rojek bê û ew dê ji wan erdan derkevin û erd dê li xwediyên wan ên resen bên vegerandin.
Rûdaw: Sibe dema xwediyên resen ên wan erdan hatin û gotin ev erdên me ne, gelo dê di navbera wan û kesên ku erd kirîne de pirsgirêk dernekevin?
Ehmed Sofî: Dema ev pêvajo sala 1973yan dest pê kir, Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) daxuyanî da û li dijî wê derket. Wê demê birêvebirên partiya me yên wekî Hacî Deham, Kenanê Egîr, Mihemed Nezîr Mistefa, Mihemed Emîn, Mihemed Fexrî, Ebdulah Mele Elî û Hemîd Sîno ji ber ku şerê wê pêvajoyê kirin 8 salan hatin girtin. Erdên min jî di destê Erebên Xemir de ne. Hinek kesan xwestiye erdên min ji Mexmûriyan bikirin, ez çûm cem wan û min ji wan re got, 'Em qebûl nakin hûn erdên me bikirin.'
Rûdaw: Erdên te di destê Erebên Xemir de ne?
Ehmed Sofî: Zêdetirî 80 çewal ango 800 donim erdên bavê min di destê Erebên Xemir de ne.
Rûdaw: Erebên ku erdan difroşin ji Rojavayê Kurdistanê derdikevin an na?
Ehmed Sofî: Na, kesên erdan difroşin dernakevin, malbatên wan jî fireh bûne. Her yekî ji wan 4 jin anîne, zarokên wan zêde bûne. Beriya sala 2011an li gundê me 50 malbatên Erebên Xemir hebûn, niha zêdetirî 150 malbat hene. Erebên Xemir cihê xwe li gundên me xweş kiriye.
Rûdaw: Niha ew kesên dixwazin erdê te bikirin, sibe hûn dê rûbirûyî hevdû nebin?
Ehmed Sofî: Beriya 10 salan me bihîst ku hinek kes hene hewl didin erdên me bikirin, ew ji Dêrikê ne û em hevdû nas dikin. Ez çûm cem wan û min ji wan re got, 'Ev erdê bavê min e, bavê min ji ber wî erdî ketiye zindanê, nabe hûn wî erdî bikirin.' Min ji wan re got, 'Heta yek ji me hebe, em erdê xwe nadin ti kesî.'
Niha jî em dibêjin, belgeyên kirîna erdan ên ji Erebên Xemir sexte ne û baweriya me bi wan belgeyan nayê. Dema erdên me ji me standin, rejîma Beasê gotibû 'Em ê li gundê Ebû Menasib erd bidin we.' Me ji wan re got, 'Çima hûn li derdora gund, me qerebû nakin?' Rejîmê digot 'Bila Barzanî we qerebû bike.' Wan dixwest li başûrê Çiyayê Kezwanan erdan bidin me.
Rûdaw: Çima wê demê ew erdên dûr nedan Ereban? Ez dizanim zehmet e ku li pêş çavên we erdên we di bin destê Ereban de bin û tu nikaribî tiştekî bikî. Te ji wan nexwestiye ji erdên we derkevin?
Ehmed Sofî: Ji sala 1974an ve me gelek caran şerê Erebên Xemir kiriye. Dema ez zarok bûm ji ber ku şer di navbera me û Ereban de çêdibû, polîsên rejîma berê dihatin gundê me Bana Qesrê û hemû zilam digirtin tenê zarok û jin dihiştin. Ew şer didomiya. Pêvajoya standina erdan a ji Kurdan ne tenê sala 1973yan pêk hat.
Piştî wê jî Ereban ji rejîmê xwestin qelaçê gund jî ku tenê ew di destê me de mabû ji destê me derxînin û desteser bikin. Tenê qelaçê gund di destê me de mabû, bav û kalên me bi destên xwe kevirên wî qelaçî paqij kirin lê ew jî ji me standin. Hikûmeta Beasê pişta Erebên Xemir digirt, me ziyaneke mezin dîtiye. Li seranserî Rojavayê Kurdistanê gelek caran şer di navbera Kurdan û Erebên Xemir de çêbûne.