Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf ragihand, welatên Ewropayê ne amade ne ji bo parastina rêkevtina etomî mesrefa aborî bidin û sozên xwe di pratîkê de cîbicî nakin.

Mimemed Cewad Zerîf got, welatên ewropî di qonaxa cîbicîkirina sozên xwe de rastî pirsgirêkan hatine û amade nînin, tevî pabendiya siyasî mesrefa darayî bikin ji bo parastina sozên xwe û rêkevtina etomî.

 

Zerîf dibêje, ewropî dixwazin destkeftiyan biparêzin, bêyî ku mesrefa maddî ji bo parastina wê bidin.

 

Wezîrê Derve yê Îranê tekez dike, tevî vê astengiyê jî Îran dê alîkariyên xwe li gel Ewropa, Çîn û Rûsya berdewam bike ji bo peydakirina rêçareyekê ji bo rûbirûbûna dorpêçên Amerîkayê.

 

Ev yek di demekê de ye, ku Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê, John Bolton roja Sêşemê li Singapurê ragihandibû, ew dê ewqasî guvaşê bixin ser Komara Îslamiya Îranê, heta ku zuwa dibe.

 

Boltin gotibû, ew dê bi hûrî çavdêriya cîbicîbûna dorpêçên ser Îranê bikin û tekez kiribû, ku di demên pêş de dê cezayên nû jî di rê de bin.

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin