Zerîf: Kuştina Silêmanî helwêsta Îranê ya li Sûrîyê naguhere

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di hevdîtina bi Serokê Sûrîyê re piştevanîya welatê xwe ji rêjîma wî re tekez kir û got: “Kuştina Qasim Silêymanî ti guhertinekî di helwêstê Îranê yê li hember Sûrîyê çênake.”

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf duh 20.04.2020ê ji bo serdanekê çû Şamê û bi Serokê Sûrîyê Beşar Esed re civîya û pêşkeftinên dawîyê li bakurê Sûrîyê û destwerdana Tirkîyê guftûgo kirin.

Di wê derbarê de Serokê Sûrîyê ragihand, Tirkîyê pêbendî rêkeftinên li Soçî û Astanayê hatine îmze kirin nebûye, ku hemû rêkeftin tekezîyê li rêzgirtina li serwerî û yekperçeyîya xaka Sûrîyê dikin.

Beşar Esed got, reftarên Tirkîyê li ser erdê, rastîya nîyeta Tirkîyê aşkere dike, ku rêzê li serwerî û yekperçeyîya axa Sûrîyê nagire, bi awayekî rasterast axa Sûrîyê dagîr kirîye û xalên çavdêrîyê yên ava kirine jî, di rastîyê de binkeyên serbazî ne.

Ji alîyê xwe ve Zerîf tekez kir, helwesta Îranê ji krîza nayê guhartin, heta piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Îranê û got: “Îran dê li herêmê piştevanîyê li şer û berxwedana li dijî terorê bike.”

Zerîf ragehand, danûstandinên Îran, Tirkîye û Rûsyayê wek welatên garantor ên Astanayê dê di demeke nêzîk de destpê bikin.

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike