Zerîf: Êrîşa ser Îranê wê bibe şerekî giran li herêmê

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhammed Cewad Zerîf ragihand êrîşa li ser Îranê wê bibe sedema şerekî giran li herêmê.

Di hevpeyvînekê da li gel ajansa CNNê Zerîf, behsa metirsiya êrîşa Amerîkayê bo ser Îranê kir û da zanîn heger Amerîka êrîşî Îranê bike wê şerekî giran li herêmê derkeve û wê ew şer li her deverê belav bibe.

 

 Herwiha di berdewamiya axaftina xwe jî da Zerîf amaje bi wê yekê jî kiriye ew bi aşkereyî dibêjin ne ligel şer in û şer naxwazin. Lêbelê heger êrîş werin ser welatê wan ew ê serweriya welatê xwe biparêzin.

 

Ev daxuyaniya Cewad Zerîf di demekê da ye ku berpirsên Erebîstana Siûdiyê û Amerîkayê Komara Îslamî ya Îranê weke berpirsê êrîşên ser navenda neftê ya Aramcoyê dizanin.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû bi têra xwe sedem hene ku em bizanin kî li pêş wê êrîşê ye. Niha em li benda Siûdîyanê ku ji wan bibîhisin bi bawerîya wan kê ew êrîş pêk anîye. Li gor bersîva wan em ê pêngavên xwe bavêjin.

 

Li aliyê din ajansa CBC jî di raportekê da belav kiriye ku êrîşa ser Aramcoyê bi balafirên bêfirekevan ji aliyê Amerîkayê va hatiye encamdan û feramana wê êrîşa jî Elî Xamaneyî daye.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê