Zelensky bo Ewropayê: Me bi tenê nehêlin

.

"Ev karê ku Rûsya dike, tawana şer e û karekî terorîstî ye." 

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li ser bombebarana îro ya Rûsyayê bo ser bajarê Kharkiv û avahiya hikûmetê ya li bajêr ragihand; ev karê ku Rûsya dike, tawana şer e û karekî terorîstî ye û divê rayedarên Rûsya li ser wan karan li dadgeha navdewletî werin darizandin.

Volodimir Zelensky diyar kir; bombebaranên Rûsyayê bo ser navenda bajarê Kharkivê karekî eşkere yê terorîstî ye û ti kes nikare çavê xwe li ber vê bigre û jibîr bike.

Zelensky tekez kir ku bombebarana Kharkivê, bi awayekî eşkere tawana şer e û divê piştî vê yekê Rûsya weke tawanbarê şer were nasîn.

Serokê Ukraynayê di axaftina xwe de ku bi awayekî online pêşkêşî Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê kir, ji serkirdeyên Ewropayê daxwaz kir ku Ukraynayê bi tenê nehêlin û îsbat bikin ku Ewropa hevpeymana rasteqîn a Ukraynayê ye û piştevaniyê bikin.

Di civînê de hemû parlamenterên Ewropayê radibin ser piyan û çepikan bo Volodimir Zelensky lêdixin.

Avrupa Haberleri

Êrişî Serokwezîrê Slovakyayê hat kirin
Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê