Zelensky bang li Pûtîn kir: Ji bo mirin rawestin em rûnin!

.

Serokomarê Ûkraynayê Volodimir Zelensky, îro Înê 25ê Sibatê piştî ku hêzên Rûsî gihîştin paytext Kîevê bang Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kir û got: “Ji bo mirin bên rawestandin em li dor maseya gotûbêjê rûnin.”

Zelensky di vîdyo peyama ku li ser Telegramê belav kiriye de, herwiha bang li welatiyên welatên Ewropayê jî dike ku bi çalakiyên protestoyî yên dijî hikûmetên xwe bibin alîkar ku gavên aktîf bavêjin.

Li aliyê din dîmenên teqînan ji Kîevê têne belavkirin û welatiyên li Kîevê jî di metroyan û stargehên ewle de kom bûne.

CNNê jî ragihandiye ku Zelensky niha derbasî stargehekê bûye û ji wir karê xwe didomîne.

Zelenskyî li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv daye daxwaza pêwendiyê ya Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi û gotiye, ji ber şer û pevçûnên li deverên Çernihiv, Gostomel û Melitopolê gelek mirov mirine û ji ber şerê berdewam nekariye ligel wî biaxive.

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir