Zekeriya Yapicioglu careke din bû serokê HUDA PARê

.

Zekeriya Yapicioglu di kongreya îro de careke din wekî serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) hat hilibijartin.

Îro HUDA PARê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê kongeraya xwe ya 5emîn li dar xist.

Dirûşmeya kongreya HUDA PARê “Pergaleke Dadmend Parvekirineke Bi Heq” bû.

Ji bilî 952 delegeyên HUDA PARê yên ku dê di kongreyê de deng dan, hejmarek nûnerên hinek partî û saziyên sivîl jî beşdarî kongreyê bûn.

Herwiha posterên Şêx Seîd û Seîdê Kurdî jî li salonê hatin daleqandin.

Di encama dengdanê de Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicoglu careke din wekî serok hat hilbijartin.

Yapicioglu tekane berbijêr bû û hemû dengên ku hatin bikaranîn hatin qebûlkirin.

Zekeriya Yapicioglu kî ye?

Zekeriya Yapicioglu sala 1966an li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Li Zanîngeha Enqereyê di beşa hiqûqê de xwendiye.

Sala 2012an di nava damezrînerên HUDA PARê de cih girt û ji sala 2013an heta 2018an serokatiya partiyê kir.

Sala 2021ê de careke din bû serokê partiyê.

Di hilbijartinên sala 2023yan ên Tirkiyeyê ji nava lîsteya AK Partiyê bû parlamenter.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest