Zarokên ku bûn sembola piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dibin bergê pirtûkan

.

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku wêneyê du zarokên ku sembola niştimanperwerî û hezkirina Kurdistanê ne, dê bikevin ser bergê pirtûkên dersa Kurdî.

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro daxuyaniyek da.

Alan Heme Seîd di daxuyaniya xwe de got:

"Me biryar da ku em wêneyê wan her du zarokên ku sembola asteke bilind a niştimanperwerî û hezkirina Kurdistanê ne, bixin ser bergê pirtûkên xwendinê û ji bo sala xwendinê ya bê werin çapkirin."

Çîroka wan du wêneyan

Yek ji wan wêneyan ê zarokekî du salî ye li Silêmaniyê ku di mîtîngeke taybet a bi piştgiriya li Rojavayê Kurdistanê de alayek li xwe pêçaye û bi memikê devê xwe ve mil bi milê xwenîşanderan li cadeyeke Silêmaniyê dimeşe.

Wêneyê duyem jî yê zarokekî xwedî pêdiviyên taybet e li Hewlêrê ku alayeke Kurdistanê li xwe pêçaye û bi darşikên xwe ve beşdarî mîtîngeke piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê bûye.

Dê li ser bergê kîjan pirtûkan bin?

Li gorî biryara Wezîrê Perwerdeyê, bicihanîna vê biryarê wiha ye:

- Wêneyê zarokê Hewlêrî dê bikeve ser bergê pirtûka Kurdî ya pola şeşem a seretayî.

- Wêneyê zarokê Silêmaniyê jî dê bikeve ser bergê pirtûka Kurdî ya pola yekem a seretayî.

Derbarê armanca vê gavê de, Wezîrê Perwerdeyê amaje bi wê yekê kir ku ev mijar "Wateyeke kûr a li ser perwerdekirina niştimanî ya nifş li pey nifşî heye."

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin